Diyarname
Li Sakaryayê kurdekî ku ji ber bi kurdî axivî û got "Ez kurd im" hat kuştin.
Bûyer 16'ê mehê çêbû. Li taxa Beştepeler a Hendeka Sakaryayê kesekî bi navê Kadir Sakçi (43 salî) ligel kurê xwe Burhan Sakçi (16) dema li ber qehwexaneyê dimeşiyan kesekî bi navê Hikmet Usta (55 salî) pêşî li wan girt û pirsa "Hûn kurd in an Sûriyeyî ne?" ji wan kir, bav Sakçi piştî ku got "Em kurd in", Hîkmet USta gotiya "Jixwe ez ji we hez nakim" û bi demançeyê gule bera wan daye. Bav Kadir Sakçi di cihê bûyerê de mir, kurê wî Burhan Sakçi bi giranî birîndar bû.
Piştî bûyerê li tu cihî nûçe derneket ku heta ji Rûdawê Îsmaîl Yildiz roja 22'yê mehê nûçe çêkir. Piştî nûçeyê li qada tora civakî û li nav çapameniya mûxalif de deng veda, Walîtiya Sakaryayê daxuyaniyek weşand û îdîa kir ku mesele ne meseleyeke etnîkî ye, tenê di navbera du kesan de nîqaş derketiye.
Êrîşkar Hikmet Usta piştî bûyerê ku reviya bû Bûrsayê ji aliyê polîsan ve hat qufaltin û hat tewqîfkirin. Usta di îfadeya xwe de îdîa kiriye ku wê çaxê ew sermest bûye û bûyer nayê bîra wî.