Diyarname
Amed Spor îsal di Koma Spî ya Lîga 2'yemîn de dilîze. Maçên Lîga Super û Lîga 1'em dest pê kirin lê maçên Lîgên 2'yemîn û 3'yemîn 2'yê meha pêşiya me dest pê dikin. Ji nav van lîgan yek ji tîmên kurdan û a berbiçav jî Amed Spor e. Amed Spor ku ev du sal in maçên wê yên li deplasmanê bê temaşevan têne lîstin, li deplasmanê temaşekirina maçan her ji bo alîgirên wê qedexe dikin îsal hê nediyar e dê çawa be. Ligel her tiştî me maçên Amed Sporê yên ku li Stenbolê têne lîstin derxistin pêş. Ji ber ku tê zanîn her çiqas Stenbol ne bajarê kurdan be jî bi hejmara kurdên lê dijîn bajarê herî mezin ê kurdan e. Û ligel Amed li vî bajarî jî gelek alîgirên Amed Sporê hen.
Amed Spor di serdema yekem a fûtboyê la 2018'an de du caran dê bê Stenbolê. Maça yekem 15'ê rezberê saet 16.00'an de li Sariyerê ligel Sariyer Sporê dê bê lîstin.
Her wiha 29'ê meha kewçêrê jî li Sancaktepeyê ligel Sancaktepe Belediye Sporê bilîze. Maç saet 13.30 de ye.
Di serdema 2018-2019'an de Amed Spor dê du carên din jî bê Stenbolê.
Ji van roja 24'ê adara 2019'an li Stada Eyubê dê ligel Eyup Sporê bilîze û 4'ê gulana 2019'an de jî dê ligel Bayrampaşa Sporê bilîze. Aliyê muhîm ê vê maçê ev e ku ev maç maça dawî ya vê serdemê ye. Piştî vê tîma dibe şampiyon, yên diçin Play-Offê, yên ji lîgê dikevin diyar dibin.
Firotina kombîneyan didome
Li aliyê din Amed Spor li mala xwe îsal dê Stada Amedê ya nû de bilîze. Stada ku cihê 20 hezar temaşevanî lê heye, bilêtên maçan têne firotin. Amed Sporê dest bi firotina kombîneyan kirine û yên ku bixwazin hem dikarin ji ser e-store, hem jî ji cihê Amed Sporê ya li Ceylan AVM'ya li Amedê bistînin.