logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê
  2. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  3. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
news-details

Denîz Nakî bang li Mesût Ozîl dike

Ya rastî mesele gihîşt asteke girîng û ya ku dil jî wilo dixwest. Me berê jî gotibû, futbol ne tenê futbol e. Heta mirov

  • Dîrok: 28/07/2018
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Yeko ARDIL

Ya rastî mesele gihîşt asteke girîng û ya ku dil jî wilo dixwest. Me berê jî gotibû, futbol ne tenê futbol e. Heta mirov dikare tevahiya şaxên sporê jî bi ser ve bike, lê ya ku herî zêde li ser jiyana mirovan bandorê dike û herî zêde popûler e, futbol e, lewra me jî futbolê kir navenda babeta xwe û em hewl didin hindek li ser rawestin.

Di serdemên dîktatoriyên faşîst yên li gelek deverên dinê de hatiye tespîtkirin ku bi riya futbolê gelek salên dirêj civak hatiye jihişbirin û wisa jî rê nehatiye dayîn ku li ser rewşa xwe û li hemberî hizra faşîstan fikir bike.

Îsal ev babet bi riya şampiyonahiya cîhanê ve li sohbeta civakê bû mêvan. Bi qasî mehekê di her der û deverê jiyanê de futbol hebû. Di encamê de Fransa bi ser ket, bû serdarê hemû cîhanê. Lê li aliyê din bi qasî tevahiya hemû nîqaşên li ser şampiyonahiya vê carê hatîn kirin, ew qas jî futbolvanê esil tirk yê bi navê Mesût Ozîl bû mijara gengeşiyan.

Ozil bi xwe ji bajarekî Kurdiatanê* ye. Li Almanyayê hatiye dinê. Li vir mezin bûye. Çanda wî, ya giranî li jiyanê wî kirî almanî ye. Ev nifş li gelek aliyên jiyanê derdikevine pêşberî mirov. Tirkiyeke wan a şikestî û nîvco heye. Têkiliya piraniya wan bi tirkitiyê re ji çûyîna gerûgeşta salane ya Anatolyayê pê ve ye. Wekî almanek dijîn, dixwin, vedixwin û dixebitin. Dîsîplîna almanî ya efsanewî di kar û barên wan de jî serdest e. Di hundirê wan de heyranbûneke kûr a ji bo gelên alman û pergala wan ya serkeftî heye. Lê vê vekirî nabêjin. Her çi dibe bila bibe, ew tirk in û divê bi vê serbilind bibin!

Wan jî di dîrokê de dewletên mezin damezirandibûn, wan jî deshilatî li çar aliyên dinê kiribûn! Helbet divê vê li dijî almanan û biyaniyên din tim bibêjin. Nabe ku ew xwe li hemberî ewoûpiyan kêm an jî nizm bibînin!..Ha babeta windakirina hinde erd û welatan e. Ew jî bêsedem nîn e. Eger Namik Kemal bi dora Lawrenc neketiba wê Erebistana mezin ji destê Osmaniyan derneketiba. Bi rastî ev angaşt ji devê gelek mirovên ku qaşo doza zanistiyê jî ji xwe dikin, hatîn bihîstin. Gelek windakirinên xwe bi çîrokên çêkirî, hêsan û der exlaqî yên bi navê Namik Kemal hatîn belavkirin ve bisedem dikirin.

Ji ber van egeran jî mirov rewşa Mesut jî têdihîje. Di navbera Xelîl û Celîl de ango hem ji dêrê û hem jî ji mizgeftê bûye. Belkî di hişê wî de jî cihekî bûrokratîk an jî siyasetê heye. Dîktator Erdogan jî ji bo wê daxwazê navnîşaneke ne xerab e.

Ya Ozîl kirî heta îstîfaya ji tîma neteweyî ya alman jî dihête fêmkirin. Lê Mesût di kêliya dest ji tîmê kişandî de bê exlaqî dike. Dibêje; ji ber ez biyanî me bi ser min de tên. Gava min qeznc dikir ez alman bûm, gava winda dikin, ez cardin dibim biyanî. Eger bi rastî jî wisa ye û eger piçek jî rûmet ango îsmê namûs di pozê te de heye, divê tu û hemû nijadperestên tirk jî terka Almanya û Ewropayê bikin. Mane bi serê we de xera bibe dewleta we heye, hûn çi li van kolanan digerin, lingê biyaniyan maçî dikin û bi ser de jî doza Osmanî û Tûraniyê dikin.

Heta bûyera sûretê bi dîktator re jî civaka almanî Mesût li ser destan digirt. Xelatên herî giran didan wî. Li gel ku hîç sirûda neteweyî ya almanî jî nedixwend wêna zêde nekirin pirsgirêk. Çi gava ew sûretên kirêt derketin û tîma almanî jî di pêşbaziya cîhanê de winda kir, yek ji sedemên windakirinê jî xirabûna pêbawerî û motîvasyona tevahî hat nîşandayîn. Lehengê dîktator li dewsa ku bejna xwe bitewîne, lêborînê bixwaze, rabû êrîş bir ser civakê. Civaka rexne li wî girtî wekî nijadpereset bi nav kir. Lê nabe, ev civak ne civaka terorîze kirî ya tirk e, ne civaka gund û bajarê wî hatîn sotin a Kurdistanê ye. Ev civak Ewropî ne û ya rastî eger pêwendiyên wan ên aborî bandoreke kirêt li wan nake, li hemberî êrîşên wiha jî hişyar in. Di tu gotin û rexneyên wan yên derbarê Ozîl de heta niha nijadperestî nehatiye dîtin. Destekdayîna dîktatorekî ku di qada navneteweyî de qîmeta wî ketiye asta herî nizm, hatiye rexnekirin.

Di navberê de nameya vekirî ya futbolvanê kurd Denîz Nakî li cîhanê belav bû. Ew name di medyaya ewropî de jî derçû. Niha banga Denîz Nakî ya ji Mesût re gotî; were em bi hev re pêşî li Tirkiyeyê li dijî nijadperestî û faşîzmê têbikoşin. Were ez ji te re behsa êrîş, lêdan, qewitandin û tehdîda li Tirkiyeyê li min hatîn kirin, bikim. Were ez behsa gulayên li Almanyayê li ser ereba min hatin teqandin bikim…û emê bi hev re li dijî her cure kevneperestiyê têbikoşin, ez jî bi te re me…
28/07/2018, Yenî Ozgur Polîtîka

***
*Têbiniya Diyarnameyê: Mesut Ozîl kurd e yan na îdîayek e. Heta niha ew bi xwe lixwe nayê ku kurd e, loma ev yek îdîa ye. Em wekî Diyarname jî wekî îdîa dibînin, loma me pêdivî pê dît ku vê notê binivîsin.

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji bo bîranîna Xelef Zêbarî fermo 'Nesrîn

ad

Li Til Koçer û Serêkaniyê çima cih nedan parêzgarê Hesekê? 

ad

YNK û PDK’ê namzetên xwe yên serokomariyê eşkere kirin

ad

Bangên ji bo piştgiriya Bêrîvan Aymazê

ad

Herî hindik Amed û Riha pirtûkan dixwînin!

ad

Nîqaşên li ser pênaseya folklorê / Zanista gel

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

  • 25 10 2026
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname