Diyarname
Hunermenda operayê ya kurd Mizgîn Tahir di çarçoveya çalakiyên meha pûşperê ya Komeleya Pira Gelan de 23'yê vê mehê li Îzmîrê derdikeve ser dikê.
Konsera Mizgîn Tahir li Navenda Hunerê ya Îsmet Înon ku li nava Qada Fûara Îzmîrê ye dê konserê bide. Tahir ligel destanên Memê Alan, Siyaset û Xecê, Kela Dimdimê, dê ji Mozart jî du berhemên ku wergerandina kurdî pêşkêş bike.
Di konserê de Halklarin Korosu ku ji endamên komeleyê pêk tê jî dê stranên bi tirkî, kurdî, erebî û ermenî pêşkêş bikin.