Diyarname
Nivîskarê fransiz Antoine de Saint-Exupery di dema şer de bû ji bo hezkiriya xwe name nivîsand û şandin. Niha ev name ligel 49 tiştên din wekî destxetên wî di mezatê de hatin firotin. Mezatd li li Mezatxaneya Artcurial a li Parîsê li dar ket. Ev berhemên nivÎskar bi 240 hezar û 500 Euro hatin firotin.
Nivîskar Antoine de Saint-Exupery di Şerê Cîhanê yê 2'yemîn de ligel balafirê xwe winda bû. Ev nameya ji 11 rûpelî pêkhatî ku niha hatiye firotin tê texmînkirin ku berî vê windabûna wî, nameya wî ya dawî ye ku ji bo hezkiriya xwe şandiye.
Nivîskar Antoine de Saint-Exupery 29'ê pûşpera 1900'î de hatiye dinê û di 31'ê tîrmeha 1944'an de miriye. Di jiyana xwe de wî gelek pirtûk nivîsandine lê ya herî zêde tê zanîn "Mîrzeyê Biçûk" e. Ev pirtûk kurdî jî di nav de ji bo gelek zimanan hatiye wergerandin. Li Tİrkiyeyê Weşanên Avesta kurdiya vê bi navê "Mîrzeyê Biçûk" weşandibû.