Diyarname
Mebûsê HDP'ê Îdrîs Baluken ku hê jî giritye romanek nivîsand û roman bi navê "Uç Kirik Dal" (Sê Çiqilên Şikiyayî) derket. Pirtûka Baluken ji Weşanên Dîpnotê derketiye.
Baluken pirtûka xwe li ser sê ciwanên zanîngehên ku li Enqere, Stenbol û Amedê tiştên dijîn hatiye sazkirin.
Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş ji bo pirtûkê nivîsî ku "Taybetiya herî girîng a vê pirtûkê ew e ku hatiye nivîsîn", dûre pesnê Baluken daye û paşê ev lê zêde kiriye: "Rûpela yekem a pirtûkê vekin, dê Îdrîs bikeve milê we, dê we li sûrên Amedê, kuçeyên wir, di hezkirin û pevçûnên wir de we derxe rêwîtiyek. Evîna Gul û Ciwan û pevçûna navxweyî ya Cengo li nav erdnîgariya bi êş a şerê rastîn de ketiye nava hev, bêyî lêpirsîneke hundirîn piştguh bike ji vê çîrokê peyaman dide me hemûyan. Bila dest û dilê te saş bin birê min, heval û hevrêyê min."