Diyarname
Xelatên 60'emîn Festîvala Fîlman a Berlînê îşev hatin belavkirin. Xelata herî mezin a festîvalê "Hirça Zêrîn" filmê Semih Kaplanoglu yê bi navê "Bal" (Hungiv) girt.
Derhêner Kaplanoglu di merasima xelatgirtinê de axaftineke kir û sipasiya xwe pêşkêşî juriyê kir. Kaplanoglu got ku dema fîlm kişandiye li nav daristanê rastî hirçekî hatiye û wisa got: "Ez bawerim ew hirç niha li vir e."Kaplanoglu got ku li nav xwezaya xweş ku fîlm kişandiye dikin ku li wê derê santralên elektrîkê çêkibin, ez hêvî dikim ev xelat dê bikaribe plana wan asteng bike.
Di festîvalê de Babak Najafi bi fîlmê xwe yê bi navê "Sebbe" xelata "Fîlmê Herî Serketî yê Yekem" girt ku ev fîlm di beşa 'Generation' hat nîşandayîn.
Xelatên din ku hatin belavkirin:
- Xelata Alfred-Bauer: Sazkarê rumen Florin Serban girt.
- Xelata Grand Preks: Sazkarê rumen Florin Serban girt
- Xelata Derhênerê Herî Serketî, Xelata Hirça Zêrîn: Derhêner Roman Polanksi bi fîlmê xwe "The Ghost Writer" girt. (Polanski ji ber cezakişandina li malê nekarî bê)
- Di warê Senaryoya Herî Serketî Xelata Hirça Zîvîn: Derhênerê çînî Wang Quanan bi fîlmê "Aparth Together" girt. Fîlmê Quanan ê bi navê "Tuan Yuan" jî wekî fîlmê destpêkirina festîvalê hat nîşandayîn.
- Di warê Lîstikvanê Akisyonê yê Herî Serketî de Xelata Hirça Zîvîn: Pavel Kostamarov bi rola xwe ya di fîlmê 'Ev havîn te çawa derbas kir' de girt.
- Xelata Lîstikvanê Herî Serketî, Xelata Hirça Zêrîn: Grigoriy Dobrıgin û Sergey Puskapalis girtin.
- Xelata Lîstikvana Herî Serketî, Xelata Hirça Zêrîn: Shinobu Terajima bi rola xwe ya di fîlmê "Caterpillar" de girt.