Diyarname
Pirtûka bi navê Ferhenga Çapemeniya Kurdî ku ji hêla Osman Aslanoglu ve hatiye amadekirin ji Weşanên Nûbiharê derket.
Pirtûka bi navê “Ferhenga Çapemeniya Kurdî” bi armanca têgihîştina peyv, têgih, şêwaz û qalibên zimanê rojnamegeriya kurdî hatiye amadekirin.
Pirtûk, bi nîşandana hevokên mînak ên ku di nûçeyên kurdî de tên bikaranîn, hewl dide ku nûçeyên kurdî ji hêla xwendevanan ve bi hêsanî bêne fêmkirin.
Di pirtûkê de gelek hevokên li ser aborî, wêje, huner, çand, veguhestin, sosyolojî, psikolojî, siyaset, dîplomasiyê û rojeva dinyayê wekî mînak hatine dayîn.
Di ferhengê de 836 bêjeyên bingehîn hatine dayîn.
Ferhenga Çapemeniya Kurdî, bi taybetî jî ji bo kesên ku şêwaza nûçeyên kurdî meraq dikin û dixwazin ku fêhm bikin, berhemeke gelekî fêdedar e.
Ferhenga Çapemeniya Kurdî /Osman Aslanoglu / Weşanên Nûbihar /328 Rûpel


