Diyarname
Nav li ser e xwendekar. Lê were binêre ku xwendekarên zanîngehê naxwînin. Vane lêkolîn û encamên wê.
Objektive Research Center li ser xwendekarên zanîngehên Stenbol, Ortadogu, Karadeniz Teknik, Selçuk, Ege. Dokuz Eylul, Dicle, Bogazîçî, Cumhuriyet, Ankara, Trakya, Uludag, Yuzuncu Yil, Kafkas, İstanbul Tekrik û Anadolu lêkolîneke kir. Ji ev zanîngehên navbarî zanîngeha Dîcle li Amedê, Yuzuncu Yil li Wanê û Kafkas jî li Qersê ye. Di vê lêkolînê de bi 3 hezar û 380 xwendekarî re hevdîtineke pêk anî û gihîşt encamên balkêş. Li gor vê encamê xwendekar ji xwendina pirtûk û rojnameyan bêpar in. Vaye encam:
- Sedî 40.5 xwendekarî di salekê de qet pirtûkek jî nexwendiye.
Sedî 25.2 di salekê de yek pirtûk xwendiye.
Sedî 13.6 di salekê de 2-3 pirtûk xwendine.
Sedî 10.2 di salekê de 4-5 pirtûk xwendine.
Sedî 3.4 di salekê de 7-8 pirtûk xwendine.
Sedî 2.1 di salekê de 8 pirtûk xwendine.
- Sedî 38.6 carinan rojname dixwînin.
Sedî 31 her roj rojname dixwînin.
Sedî 30.4 qet rojname naxwînin.
Ji lêkolînê du encamên din:
- Sedî 78.8 xwendekar ji bo kareke zêdek dixebitin.
- Sedî 65.5 difikirin ku zanîngeha temam bikin jî dê li ser pîşeya xwe kareke nebînin.


