Diyarname
Partiyên li Meclisa Tirkiyeyê hin mebûsên xwe ji bo şaredariyan wekî berendam nîşan dane. Me ew lîste da hev. Ger ev mebûs bêne hilbijartin dê ji mebûsî îstîfa bikin. Neyên hilbijartin dê mebûsiya xwe bidomînin.
Va ye ew lîste:
DEM PARTÎ:
DEM Partî li Meclisa Tirkiyeyê xwedî 57 mebûsan e. DEM Partî ji mebûsên xwe Meral Daniş Beştaş (ligel mebûsê berê Murat Çepni) ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenmbolê wekî berendam nîşan dan.
AKP:
AKP'ê 4 mebûs kirine berendam. Bi giştî 264 mebûsên AKP'ê li Meclisê hene. Ji van Murat Kurum (mebûsê Stenbolê) ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, Nebî Hatipoglu (mebûsê Eskîşehîrê) ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Eskîşehîrê, Mustafa Savaş (mebûsê Aydinê) ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê, Ceyda Bolunmez (mebûsa îzmîrê) jî ji bo Konaka îzmîrê wekî berendam nîşan daye.
CHP:
CHP li Meclisa Tirkiyeyê xwedî 128 kursiyan e. CHP'ê li Afyonkarahisarê Burcu Koksal, li Kastamonu Hasan Baltaci wekî berendam nîşan daye.
ÎYÎP:
Îyî Partî 5 mebûs nîşan dane. Ên ÎYÎP'ê 38 mebûsên wan hene. ÎYÎP'ê li Stenbolê Mehmet Satuk Bugra Kavuncu, li Îzmîrê Umit Ozlale, li Edeneyê Ayyuce Turkeş Taş, li Bursayê Yuksel Selçuk Turkoğlu û li Balikesîrê Turhan Ozmez kirine berendam. Ev bajar hemû Bajarên Mezinin.
SAADET:
Partiya Saadetê 10 mebûsên wê hene. Yên Partiya Gelecekê jî. Li Meclisa Tirkiyeyê herduyan bi hev re kom ava kirine.
Partiya Saadetî ji Manisayê Selçuk Ozdag, ji bo Stenbolê Birol Aydin, ji bo Kayberî jî Mahmut Arikan wekî berendam eşkere kirine.
Partiyan ev nav eşkere kirine lê hê sedî sed diyar nebûne, ji ber ku partî roja 20'ê reşemî saet 17.00'an de lîsteyên xwe teslîmê YSK'ê dikin. Heta wê çaxê dikarin biguherînin.