Diyarname
Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş ev demek e carinan ji girtîgehê peyaman rê dike û ew peyamên wî di twittera wî de têne belavkirin. Demirtaş li ser 1'ê Gulanê jî peyamek weşand û wisa got: "Roja têkoşînê ya karker û kedkaran a 1'ê Gulanê pîroz be. Ji bo dawî li kedxwariya kedê û komkujiya karkeran bê hemû bi hev re dakevin qadan, dûre herin cem sindoqan."


