Diyarname
Ajans Press û PRNet li ser çapemenî lêkolînê dikin. Wan li ser 130 hezar û 217 nûçeyan analîz kiriye. Di heman demê de agahî ji Kîtap Yurdu, Idefix û D&R da û ji wan agahî dan hev. Li gor van agahiyan li Tirkiyeyê pirtûkên ku di sala 2017'an de herî zêde hatine firotin diyar kirine. Li gor vê lêkolînê pirtûka Zulfu Lîvanelî "Elia ile Yolculuk" wekî pirtûka ku herî zêde hatiye firotin derketiye pêş.
Dûre pirtûka Yuval Noah Harrari "Hayvanlardan Tanrilara Sapiens" wekî pirtûka duyemîn ku herî zêde hatiye firotin cih girtiye.
Di nûçeyê de bajarên ku herî zêde û herî hindik pirtûkan dixwînin jî diyar kirine. Di encamê de derketiye holê ku Enqere wekî bajarê ku herî zêde pirtûkan dixwîne derketiye pêş û Riha bajarê herî hindik pirtûkan dixwîne ketiye nava lîsteyê. Her wiha hatiye diyarkirin ku li Tirkiyeyê kes tenê rojê deqeyekî ji bo xwendinê vediqetînin.
Di lîsteya hatiye amadekirin de Stefan Zweif bi 4 pirtûkan di nav 10 pirtûkên herî zêde hatine firotin de cih girtiye ku ev xalek gelek balkêş e. Zulfu Lîvanelî jî bi du pirtûkan xwe ketiye nav van 10 pirtûkan. Yuvam Noah Hariri ku bi pirtûka xwe "Hayvanlardan Tanrilana Sapiens" di rêza duyemîn de cih girtiye di nav lîsteya n11 de jî cih girtibû.
Û vaye bi rêzê pirtûkên ku herî zêde hatine firotin:
1- Elia ile Yolculuk / Zulfu Livaneli
2- Hayvanlardan Tanrilara Sapiens / Yuval Noah Hariri
3- Bilinmeyen Bir Kadinin Mektubu / Stefan Zweig
4- Olaganustu Bir Gece / Stefan Zweig
5- Huzursuzluk / Zulfu Livaneli
6- Ay Işigi Sokagi / Stefan Zweig
7- Aeden / Azra Kohen'
8- Bir Çokuşun Oykusu / Stefan Zweig
9- Simyaci / Paulo Coelho
10- Kurt Mantolu Madonna / Sabahattin Ali
**
Li ser salê nûçeyên bi vî rengî:
- 2017: Li cîhana Twitterê tiştên herî zêde derketine pêş
- 2017: Li Tirkiyeyê albumên herî zêde hatine firotin
- 2017: Hejmara pirtûkên ku li Tirkiyeyê hatine çapkirin diyar bû
- 2017: 11 fîlmên herî zêde hatine firotin
- 2017: Hindiktir pere ji bo pirtûk û rojnameyan hatin xerckirin
- 2017: Pirtûkên bi tirkî yên herî zêde hatine firotin
- 2017: Sersalê dê kîjan hunermend herî zêde pere kar bike
- 2017: Ronaldo di Goga Zêrîn de gihîşt Messi
- 2017: Time: 'Şexsiyetê/a Salê'
- 2017: Modela herî zêde pere kar kir diyar bû
- 2017: Li Tirkiyeyê azadiya fikir û ramanê
- 2017: Vaye lîsteya bajarên ku herî zêde/hindik pirtûkan dixwînin