Diyarname
Her sal ji Lîga Super sê tîm dikevin sê ji lîgek jêrtir tên. Îsal niha hê yek ketina wê diyar bûye, lê ji nav yên dê bên Lîga Super ji niha de du tîm diyar bûn.
Di Lîga 1'emîn a Spor Totoyê de du maçên diyarker hebûn ji bo derketina Lîga Super. Ji van yekemînê lîgê Çaykur Rîze Spor li Umraniyeyê tîm bi 1-0 têk bir û pûanên xwe derxistin 66'an. bi vê yekê berî lîg bi dawî bibe şampiyoniya xwe ragihand û mafê derbasbûna Lîga Super bi dest xist. Tîma duyemîn MKE Ankaragucu jî li Manîsayê ligel G.Manisa Sporê lîst û bi 3-0 bi ser ket. Bi vê tîmî pûanên xwe derxistin 62'yan û mafê derketina lîga super bi dest xist. Her du tîm dê sala bê di Lîga Super de bilîzin.
Ji Lîga Super tîma Karabuk çend hefte ketina wê ya ji lîgê diyar bûbû. Ew jî sala bê dê lîgek jêritr di Lîga 1'emîn a Spor Totoyê de bilîse.
Du tîmên din ku ji Lîga Super bikevin û tîmek din ku ji Lîga 1'emîn were Lîga Super dê hefteyên dawî de diyar bibin.