Diyarname
Li bajarê New Yorka Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di mezatê de kemanê fîzîknasê navdar Albert Einstein bi 516 heta dolarî hat firotin.
Einstein bi xwe li wê kemanê dide. Keman bi 150 hezar dolarî dest bi mezata wê hat kirin û di encamê de 3 qat lê hat zêdekirin û bi 516 hezar dolarî hat firotin.
Yek ji muzîkarên Orkestraya Senfoniya Harrisburgê muzîkar Oscar Stefer ji bo Einstein ev keman çêkiribû. Li nav qutiyê wisa hatiye nivîsîn: "Oscar H. Steger ji bo zanyarê mezin ê dinyayê profesor Albert Einstein ev keman hatiye çêkirin. Reşemî 1933."