logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Jîyannîgariya Emerîkê Serdar

Nivîskarê kurd, rojnemevanê Ermenîstanêyî emekdar, wergêr, rexnegirê edebyetê û şuxulkarê civakî, serokê koma rewşenbîr

  • Dîrok: 21/02/2018
  • Beş: Serbest

NÛRÊ  SERDARYAN (NÛRA  EMERÎK)*

Nivîskarê kurd, rojnemevanê Ermenîstanêyî emekdar, wergêr, rexnegirê  edebyetê û şuxulkarê civakî, serokê koma rewşenbîrê Ermenîstanêye kurd Emerîkê Serdar (Emerîkê Dewrêş Serdaryan) 8 sibatê sala 1935-a gundê Pamba Kurdada (nha Sîpan) nehya Aparanê (nha qeza Aragasotnê, Ermenîstan) hatye dinê. Dê-bavê wî gundî bûn: Dewrêşê Serdar û Seyra Xudo. Ew hela şeş salî nîbû, gava destbi Şerê Wetenîêyî mezin bû û bavê wî şêrda şehîd ket. Temamya giranya xweyîkirin û mezinkirina kurê taê-tenê kete ser milê dayka wîye nexwendî Seyrê. Emerîkê Serdar paşî xilazkirina dibistana gundê xweye 7-sale xwendina navîn dibistana gundê Elegezêye navînda stend. Sala 1959-a ewî fakûltêta dîrokê-fîlologîê ya înstîtûta Ermenîstanêye pêdagogîêye ser navê Xaçatûr Abovyan xilaz kir, 3 meha dibistana gundê Elegezêye navînda bû dersdarê ziman û edebyeta ermenya, ziman û edebyeta kurda. Hema wê salê ewî teglîf dikin, wekî radîoa Yêrêvanê para xeberdanê kurdîda kar bike. Pêşîê ew wêderê dixebite çawa dîktor (spîkêr), paşê dibe cîgirê serokê parê. Sala 1962-a Emerîkê Serdar cîguhastî rêdaksîa rojnema “Rya teze” dibe. Pêşîê dixebite çawa wergêr, paşê dibe serokê para çandê û nema, katibê cabdar, cîgirê rêdaktor. Lê ji sala 1991-ê hetanî sala 2006-a ew dibe rêdaktorê rojnemêyî sereke. Sala 2006-a derbazî pênsîaê dibe.

Emerîkê Serdar ji sala 1965-a endamê Yekîtya rojnemevanê Ermenîstanêye, lê ji sala 1995-a endamê Yekîtya nivîskarê Ermenîstanêye. Ew usa jî endamê PENa Kurde. Sala 1980-î bona emekê mezin di dereca pêşdabirina prêsaê Emerîkê Serdar bi hurmetnema Sedirtya Sovêta Ermenîstanêye tewrebilind tê rewakirinê, lê sala 1986-a ew layîqî navê hurmetlî – Rojnemevanê Rêspûblîka Ermenîstanêyî emekdar dibe. Emerîkê Serdar du cara bûye dêlêgatê hemcivînê Yekîtya rojnemevanê Sovêtê, ku Moskvaêda derbaz bûne. Meha avgûstê sala 2009-a Navenda Bîografîêye navnetewî (Kêmbrîc, Anglîa) (International Biographical Centre (Cambridge, England) navê “Profêsîonalê cihanêyî pêşîkêş — 2009” daye Emerîkê Serdar. Emerîkê Serdar nava kurdada merivê yekemîne, ku layîqî wî navê navnetewîyî hurmetlî bûye. Derheqa emekê E.Serdare di dereca çand û edebyeta kurdîda usa jî “Ênsîklopêdîa Îslamê”-da  hatye nivîsarê (“The Encyclopedia of Islam, Kurd, Kurdistan, Band 5 (Khe-Mahi), Brill, 1986).

Sala 2003-a bi teglîfkirina radîo û têlêvîzîona Komera Îranêye Îslamê Emerîkê Serdar 7 roja çû Têhranê û tevî fêstîvala radîoa Îranê bû. Hema wî çaxîda destpêkirî çend sala bi têlê şiroçîê radîo û têlêvîzîona Îranêye kurdî bûye.

Ji sala 1992-da ew serokê serwêrtya Şêwra rewşenbîrê Ermenîstanêye kurde.

Emerîkê Serdar 2 cara Başûrê Kurdistanê qesidye. Cara yekemîn sala 2001-ê bi teglîfkirina Mam Celal. Cara duda sala 2006-a tevî konfêransa kurdzanya Rûsîaê bûye, ku Hewlêrêda derbaz bûye. Ewî wê konfêransêda bi têma “Rol û kemala rojnema “Rya Teze” doklad xwendye.

Derheqa emir û şuxulkarya wîda gotareke mezin 2 hejmarê rojnema “Xebat”-da (19.X.2008 (N 3000), 20.X.2008 (N 3001)) hatye nivîsarê.

Emerîkê Serdar xudanê bi seda gotaraye derheqa pirsêd edebyet û çandêda, ku bi zimanê kurdî, ermenî, rûsî hatine çapkirinê.

Çawa kurdzan Tomas Boîs pirtûka xweye “The Kurds”, ku sala 1966-a Lîbananêda bi zimanê înglîsî çap bûye, dinivîse, Emerîkê Serdar merivê pêşine, ku destbi rexnekirina edebyeta (krîtîka edebyeta) kurda kirye.

Hetanî nha 12 berevokê serhatî û romanokê Emerîkê Serdar çap bûne. Ji wana heyşt bi zimanê kurdîne – “Destê dê” (1974), “Îdî dereng bû” (1979), “Dengê dil” (1985), “Gundê me” (2006), “Hisreta emir” (2008), “Bijare” (2011), “Keşkûl” (2013), “ Mukurî ” (2014). Lê sê berevok jî efrandinêd wîne, ku bi rûsî hatine wergerandinê: “Bûk du cara syarkirin” (rûsî navê pirtûkê haye — “Dewetek du cara kirin”) (2005),  “Hetanî kengê?” (2007) û “Wê şevê…” (2013). Berevoka Emerîkê Serdare 12-a bona zaroka “Em çûne aş” (2014) bû. Ew bi 2 zimana hatye weşandinê – kurdî û rûsî. Efrandinê berevoka rûsîye pêşin hersê qîzê wî – Leylê, Nûrê û Zerê – wergerandine, lê efrandinê herdu berevokê mayîn, usa jî berevoka bona zaroka Nûrê tenê wergerandye.

Serhatîêd Emerîkê Serdar kirine pirtûkê dersê zimanê kurdî, hemû hejmarê almanaxa efrandinê şayîr û nivîskarê kurdê Ermenîstanêye “Bahara teze”-da hatine çapkirinê, usa jî welatê derekeda neşir bûne. Sala 2012-a serhatya wîye “Nemebir” bi wergera zimanê fransî almanaxa Înstîtûta Parîzêye kurdaye salewextêda hatye çapkirinê.

Emerîkê Serdar eyane çawa wergêrekî baş. Ewî çend pirtûkê seyasetîê wergerandye kurdî û çap kirine. Emerîkê Serdar wergêrekî edebyeta bedewetîêye. Ewî romanoka nivîskarê ermenyayî meşûr, dost û xêrxazê gelê kurd, redaktorekî rojnema “Rya teze”-yî pêşin Hiraçya Koçare “Hizret” wergerandye kurdî û çap kirye. Ew wergêr û hazirkirekî wan berevokê şayîrê ermenyaye mezin Hovhannês Tûmanyan û Avêtîk Îsahakyane, ku bona 100-salya bûyîna wan bi kurdî hatine çapkirinê. Ewî usa jî efrandinê gelek nivîskarê ermenî, rûs, Avropa roavaê, Asîaê wergerandine  û rûpêlê rojnema “Rya teze”-da dane çapkirinê.

Emerîkê Serdar emekekî giranbaha kirye nava nivîsara kurdaye vekirîda. Efrandinê wî, ku derheqa qewmandinêd rêaldanin, usa rast emir nîşan didin, ku merî dikare wana hesabke çawa tiştê dokûmêntal.

Têma efrandinêd wîye hîmlî emrê gunde. Ew emir gelekî rêal û bedew hatye nîşandayînê bi hemû derecê xweva, bi şîn û şayê xweva. Lê nîgara dê nava efrandinê wîda cîkî berbiç’ev digre. Ew gelekî bi dil û xemkêşî derheqa dêda, xemxurî û mêrxasya wêda, emrê wêyî dijwarda dinivîse. Nîgara dê bi hemû atrîbûtê xweva tê ber ç’evê xwendevana. Ewî guhdarya mezin usa jî danye ser psîxologîa dayîkê, usa rêal nîşan daye, wekî te tirê ew dayîk zûda tera nase û nêzîkî dilê teye.

Em dikarin bêjin, wekî nava edebyeta kurdê Sovêtêda Emerîkê Serdar nivîskarê pêşine, ku guhdarî danye ser psîxologîa nîgarê xwe, usa rêal û nazikayî nîşan daye, wekî hukumekî mezin ser xwendevana dihêle. Zimanê nîgarê wî jî zêndîye, her yek bi cûrê xwe xeber dide, xeberdana yekî ne mînanî yê mayîne. Emerîkê Serdar ev cudatya xeberdana nîgara cara pêşin kirye nava edebyeta kurdê Sovêtê. Zimanê nivîskar dewlemende. Ew mesela, meteloka, îdîoma, fraza bi merdane dide xebatê û ew nava efrandinê wîda pirin. Tu tiştekî ecêb vêderê tune – nivîskar zarotî û cihaltya xwe gundda derbaz kirye, li ku her tişt bi zargotinê hatye perwerdekirinê.

Emerîkê Serdar nava edebyeta kurdê Sovêtêda nivîskarê pêşine, ku janra Nexş-nîgarê hûr (helbesta spî) anî meydanê. Nexş-nîgarê wîye hûr kurtin, kûrfikrin, fîlosofîne.

E.Serdar janra Nema vekirî anî nava edebyeta kurdê Ermenîstanê. Hetanî wî tu kesekî nava rojnemevanîê û edebyetêda ew janr nedabû xebatê. Emerîkê Serdar hela sala 1959-a cara pêşin ew janr da xebatê (“Nema vekirî şayîr Qaçaxê Miradra”).

Ew yek, wekî çawa xwendevanê kurd, usa jî xwendevanê bi zimanê rûsî bi nivîsar efrandinêd Emerîkê Serdar çiqas begem kirine û bilind qîmetkirine, xweber nîşana wê yekêye, wekî nivîskarê me çiqasî bi dilê xwendevanara xeberdaye. Xwendevanê bi zimanê rûsî dinivîsin û dibêjin, wekî ewana bi serî efrandinêd Emerîkê Serdar gelê me, rabûn-rûniştina wî, erf-edetê wî nas kirine. Eva jî bûye pirake qewîn navbera xwendevanê miletê mayîn û emrê gelê me.

Nivîskar  Yêrêvanêda dijî û diefirîne.

*Têbiniya Diyarnameyê: Ev nivîs çend bal berê di kurd.amarikesardar.com hatiye weşandin. Bi wefata Emerîkê Serdan re me ji vê çavkaniyê girt. Me dest neda zimanê nivîsê

**

Nûçeya Eleqedar:

- Emerîkê Serdar wefat kir

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Dema serîlêdana Pêşbaziya Huseyîn Çelebî dest pê kir

ad

Ev jî çêbû: Mebûsê kurd bi kurdî daxuyanî da lê...

ad

Der barê romana 'Du cîhan yek jan' de

ad

Bernameya Festîvala Batman Heskifê eşkere bû

ad

Bavê Şivan Perwer wefat kir

ad

‘Sansur’ bi nîşandayîneke taybet tê pêşkêş kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname