Diyarname
Li navenda Stenbolê sahaf bi hemû berhemên xwe yên kevnare li benda mêvanên xwe ne. Festîvala sahafan heta 11'ê mehê li dar e.
3'yemîn Festîvala Sahafan a Beyogluyê li Parka Gerê ya Taksîmê vebû. Yekem car di gulana sala 2008'an de bi navê Festîvala Sahafan a Galatayê dest pê kir û 24 sahaf beşdar bûn. Heman festîval heman salê di rezberê de li dar ket û 65 sahaf beşdar bûn.
Festîvala niha li Parga Gerê ya Taksîmê vebû û heta 11'ê mehê dê li dar be.
Di festîvalê de koleksiyon û berhemên cur bi cur hene. Ji kartpostalan heta cixaredankan, ji wêneyên reş û sipî yên kevnare heta afîşên fîlman, ji pirtûkên kevaner, tapûyên Osmanî, xêzeromanên ku zemanekî gelek navdar bûn, heta pirtûkên bi cildên xweşik li Festîvala Sahafan li benda mêvanên xwe ne.