Diyaname
Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî li ser geşedanên li Başûr daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Barzanî got ku herdem li rêya çareseriya aştiyane da gav avêtiye û tu demekî şer nexwestiye, belkîu şer li ser kurdan hatiye ferzkirin û wisa got: "Armanca me ya serekî jî herdem asayîş û mafên gelê Kurdistanê bûye. Ewê li bajarê Kerkûkê rû daye, derencama biryara yek aliyaneya çend kesek li nav aliyekî siyasiya navxweya Kurdistanê bû, ku cara dawî bûye sedema wê yekê ku hêzên Pêşmerge bi wî awayê ku hate dîtin bi paş ve vekişin û li encama vê paşvekişanê, hêla temasa pêş destpêkirina operasyona azadkirina Musil li 17.10.2016 li navbera Bexda û Hewlêrê bûye bi bingeha hevdû têgihîştina li çawayiya belavbûna hêzên Iraqî û Herêma Kurdistanê."
Barzanî dibêje tiştê pêwîst tê kirin ku ji bo serketin, aramî û asayîşa xelkê.
Di dawiyê de Barzanî wisa dibêje: "Gelê berxwedêr ê Kurdistanê, cemawerê dilsoz û xwebexş, Pêşmergeyên qehreman, kesukarê şehîdên me yên serbilind, ew xwîna zarokên we li rêya azadiya Kurdistanê de bexşiye û îro jî her tê bexşîn, ew dengê zelala bilinda ku we ji bo serxwebûna Kurdistanê xistiyerû û we gihande hemû gelan û welatên cîhanê, rojek ji rojan bi vala naçê û bi vala jî nadîn.
Gelê Kurdistanê bi hîmeta hêz û zarok û gedeyên qehreman zû yan dereng her digihe armancên xwe yên rewa û pîroz. Îro roja bawerbûne bi hêz û yekrêziya gelê me."
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Pêşmerge ji Şengalê jî, ji Mexmûrê jî vekişiyan
- Fermandarê Pêşmerge: Biryara paşde vekişandinê rast bû
- Lahor Şêx Cengî: PDK’ê 31’ê Tebaxek din anî serê Kerkûkê