Diyarname
Vê sibê hêzên pêşmerge ji navçeya Mexmûrê jî ji navçeya Şengalê jî vekişiyan. Piştî vê yekê hêzên Heşdî Şebî û hêzên artêşa Iraqê ketin nava navçeya Şengalê. Hat gotin ku Heşdî Şebî ber bi Mexmûrê ve jî ketine rê.
Hêzên PDK'ê di sala 2014'an de jî ji Mexmûrê vekişiyabûn û çeteyên DAIŞ'ê ketibûn Mexmûrê.
Tê gotin ku ji bilî van her du cihan, Baqirtê, Gwêr, Germiyan jî teslîmê Heşdî Şebî kirine.
YBŞ: Emê vir biparêzin
Li aliyê Serfermandarê YBŞ'ê (Yekîneyên Berxwedana Şengalê) Dijwar Feqîr ji bo Stêrk TV axivî û got: "Em zarokên vê axê ne, emê axa xwe biparêzin."
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Fermandarê Pêşmerge: Biryara paşde vekişandinê rast bû
- Lahor Şêx Cengî: PDK’ê 31’ê Tebaxek din anî serê Kerkûkê