Diyarname
Bîanet mapreke hêja ye, li ser pirsgirêkên mafên mirovan, azadiyan heta niha gelek ked daye. Lê diyar e carinan ew jî şaşiyan dikin.
Sernavek wisa bikar anine: "Şaredariyê pira li ser rêya zozanan xera kir û got ew pir bi daxwaza terorîstan hatiye çêkirin”
Gotina pêşî "şaredarî" ew xira nekiriye kayyûmê ku wekî şaredar hatiye tayînkirin daye xirakirin. Gotina diduyan ew pir ne bi daxwaza "terorîstan" li ser daxwaza gel hatiye çêkirin ku ev yek di nava nûçeyê de jî heye.
Mesele ev e: Şaredariya Şaxê ya Wanê ya DBP'yî li ser daxwaza gel li ser Çemê Çaxê pirek çêkiribû, niha Qeymeqamê Şaxê Haci Asil Akgul ku wekî kayyûm şandin ser şaredariyê rabû ew pir xira kir. Di nav nûçeya Bîanetê de agahiyên rast hene, lê sernav berevajî agahiyên li nav nûçeyê ne.
Em heqê wan nexwin agahiyên nav nûçeyê jî bidin:
"Şaredarê ku wek qeyûm li Şaredariya Şaxê ya Wanê hatiye erkdarkirin, Haci Asim Akgûl pira li ser çemê Şaxê da xerakirin."
Di dema xerakirina pirê de şaredarê qeyûm, Akgûlî got:
“Ev pir bi daxwaza terorîstan hatiye çêkirin. Terorîstên xwestine li deşta Şaxê çalakiyan pêk bînin dê ev rê bi kar bianiya.”
Mitehidê şirketa Pûsûlayê ku ew pir çêkiriye, Murat Bozdemîrî sebebên çêkirina pirê ji bianetê re got: "Niştecihên gundê Toygayê heywanan xwedî dikin. Ji ber wê hewce ne ku biçin zozanan. Weke din xelk heywanên xwe ji bo çêreyî dibin deştê jî. Berê ji ber ku nedikarîn ji çemî biborin wan ji şaredarê berê, xwestibû ku ji bo wan pir bêne çêkirin."
Di nava nûçeyê de şaşî nîn e, lê di sernav de heye. Ev nûçe ji beşa tirkî ya Bîanetê girtine û wergerandine. Di beşa tirkî de gotinên mitehîd kirine sernav, lê di kurdî de çima sernavek wisa bikar anîne ne diyar e...
Lê ev diyar e ku beşa kurdî ya bîanetê divê hinek din haydar be.