Diyarname
Helbestvanê kurd Ferhadê Içmo yê ji Qamişloyê ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da.
Helbestvan Içmo ku ev demek e ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin roja 8.06.2017'an li gor saeta Qamişlo saet 8.30 de wefat kir.
Ferhadê Içmo ku di sala 1960'î de li Qamişloyê hat xwendinên xwe yên dibistanê jî li Qamişlo temam kirin. Di sala 1984 an de bawernameya Bakaloryos di endazyariya şaristaniyê de ji Zankoya Helebê wergirtiye. Berî helbestê dil ketiye muzîkê û di sala 1970 de dest bi lêdana tembûr û gîtar û cumbişê kiriye. Wî ligel eleqebûna bi muzîkê re dest avêtiye helbestê jî û yekem helbesta xwe bi navê "Ey Zeman" di roja 29.07.1978'an de lê kiriye. Di gelek kovar û rojnameyan de helbestên wî hatine weşandin û nêzî 40 helbestên wî bi dengê Mihemed Şêxo, Beha Şêxo Adil Hiznî, Selahê Osê, Ismaîl Cuma, Gulistana Sobarî û Şeyda bûne stiran û li ser zimanan ketiye. Heta niha bi navê "Lêmişta Zozan" (1988), "Piştî Çi" (1995), "Evîna te" (1998), "Landik I, Helbestên zarokan" (1998), "Pelên Sipî" (2000), "Landik II" pirtûkên wî hatibûn weşandin.
Içmo ev demek bû bi nexweşiya penceşêrê ketibû û nekarî êdî ber xwe bide.
Li gor daxuyaniya malbatê roja 9'ê mehê dê cenazeyê wî li Goristana Hilêliyê ya nû ve bidin axê.
Cenazeyê Içmo hat definkirin
Îro bi beşdariya helbestvan, nivîskar, nûnerên partiyên siyasî û hinek ji gelê Qamişloyê cenazeyê wî li Goristana Hilîliyê hate definkirin. (Ev agahî paşê li nûçeyê hate zêdekirin.09.06.2017)