Diyarname
Serokdewletê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump pêşnûmaya ku DYA çekan bide YPG'ê îmze kir. Di nav çekên dê bên dayîn de çekên giran jî hene.
Pêşî ajansên Reuters û AFP ragihand, Pentagonê (Wezareta Parastina DYA'yê) agahî ragihand ku nûçe rast in. Berdevkê Pentagonê Dana White ku ligel Wezîrê Parastinê yê DYA'yê James Mattis çû Lîtvanyayê berî çûyî daxuyaniyek nivîskî weşand û got ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tekane hêz e di nêzîk de Reqayê ji DAIŞ'ê bigire. Di daxuyaniyê de nehat gotin ku kengê dê çekan bişînin.
Tirkiye ji zû de ye dij derdikeve û naxwaze DYA çekan bide YPG'ê.
Nûçegîhanê BBC yê Washingtonê Gary O'Donoghue ji rayedarek Pentagonê agahî ragihand ku dê muhîmmat, çekên sivîk, çekên makîneyî, tifinkên makîneyî yên xurt, erebeyên xebatê û erebeyên zirxî bişînin ji bo YPG'ê.
Çavkaniya ku ji bo BBC axiviye gotiye ku piştî operasyona Reqayê DYA dê çekan ji YPG'ê bi paş ve bixwaze û gotiye ku piştî hêzên kurd Reqayê ji DAIŞ'ê bigirin dê ji bajêr veqetin û bajêr radestî ereban bikin.