Diyarname
Serokomarê Fransayê Hollande li Qesra Elysee ligel Hevserokê PYD'ê Salih Muslim hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtina ku du roj berê li dar ket de Nûnerê PYD'ê yê Fransayê Xalid Îsal jî amade bû.
Li gor nûçeya ANF'ê di hevdîtinê de li ser Federasyona Bakurê Sûriyeyê axaftin hat kirin û Muslim ji bo çareseriya mayînde ya li Sûriyeyê ev proje nîşan da. Di hevdîtinê de li ser rewşa Sûriyê û peşketinên li Rojava dan û standin çêbûn.
Berê Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah û Fermandara YPJ'ê Nesrîn Ebdullah jî li Elysee ligel Hollande hatibûn cem hev.