Diyarname
Sê tîmên Tirkiyeyê ji bo 32 tîmên dawî mabûn û maçên xwe yên dawî lîstin. Ji wan Fenerbahçe û Osmanli spor têk çûn û li mala xwe man, Beşîktaşê bi serketinek din rêya xwe domand.
Beşîktaş maça xwe ya duyemîn a li hemberî reqîbê xwe Hapoel Beer Sheva li mala xwe lîst. Di maçê de Beşiktaş bi 2-1 (Aboubakar dq 17, Cenk Tosun dq 87) bi ser ket û derbasî dora 3'yemîn, 16 tîmên dawî bû. Di maça yekemîn de Beşîktaş bi 3-1 bi ser ketibû.
Maçên dora 3'yemîn a Lîga Ewropa ya UEFA'yê dê di navbera 9-16'ê adarê de bêne lîstin. J ibo dora 3'yemîn roja 24'ê mehê saet 15'an de pişke tê kişandin.
Di nav 16 tîmên serketî de tîmên wekî Olympiakos, Ajaks, Apoel, Roma, Anderlecht, Manchester United, Krasnodar, Shalke îhtîmal e yek ji wan bibe reqîbê Beşîktaşê.
Ji 16 tîman kî bi ser bikeve dê derbasî çarîk fînalê bibe ku maçên çarîk fînalê di rojên 13-20'ê avrêlê de têne lîstin. Paşê maçên nîv fînalê di rojên 4 û 11'ê gulanê de û fîlma jî dê 24'ê gulana 2017'an bê lîstin. Maça fînalê li Stada Friends Arena ya li Stockholma Swêdê dê bê lîstin.