Diyarname
Balafirê aîdê Wezareta Parastinê ya Rusyayê ku têde 92 kes hebûn piştî ji Soçî bilind bû li Behra Reş noqav bû û ji kesên têde yek jî nefilitî. li ser vê Rusyayê şîna neteweyî ragihand.
Balafir diçû Baregeha Himiymim a Sûriyeyê. Di balafirê de endamên Koroya Artêşa Sor a Rus û dansvan, ligel van hinek rojnameger jî hebûn. Koro û dansvan ji bo moralê bidin leşkerên rus ên li Sûriyeyê diçûn wir. Serokdewletê Rusyayê Putin her agahî ji rayedaran girt û roja duşemê wekî roja şîna neteweyî ragihand.
Ajansa rus RIA ragihand ku hê sedema ketina balafir diyar nebûye lê rayedar li ser xirabûnek teknîkî an jî xetaya pîlot disekinin.