Diyarname
Tîmên alman ên futbolê ku her sal antramana xwe ya zivistanê li Tirkiyeyê dikirin, rezervasyona xwe ya îsal betal kirin.
Gelek tîmên alman ji ber rewşa hewaya li gor ya Almanyayê baş û ji ber erzaniyê, her sal antremanên xwe yên zivistanê li Tirkiyeyê dikirin. Belek ku girêdayî Antalyayê ye havînan bi turîzmê û zivistanan jî bi malovaniya tîmên futbolê navdar e. Ji gelek welatan tîmên fûtbolê ji bo xebata xwe ya kampê ya zivistanê wir tercih dike. Tîmên Almanyayê jî bi vî rengî. Salên borî ji lîga Almanyayê tîmên wekî Werder Bremen, Monchengladbach, VFB Stuttgart, Hertha Berlin jî di nav de gelek tîm hatibûn Antalyayê. Bi taybetî tîmên alman ên lîga duyemîn û sêyemîn her sal berê xwe didan wir. Di meha yekemîn a 2016'an de 16 tîmên alman ên futbolê antremana xwe ya zivistanê li Belekê kirin. Lê belê ji ber rewşa ne aram a Tirkiyeyê tîmên futbolê yên alman ji bilî îstîsnayekî biryar dan ku rezarvasyonên xwe yên çileya (rêbendana) 2017´an a Belekê betal bikin.
Di nava tîmên ku rezervasyona xwe betal kirin de ku FSV Zwickau, 1. FC Koln, FC Ingolstadt û TSG Hoffenheimm jî hene. Heta niha tîma ku rezervasyona xwe betal nekeriye tenê Rot-Weiş-Erfurt e.
'Bedelê rewşa siyasî'
Manajerê berê yê Darmstadtê Holger Fach ji rojnameya Die Welt re diyar kir ku tu cih wekî Belekê nîn e ku 50 tîm di heman demê de antremanê bikin û mirov piraniya tîmên ku di demên pêş de were hemberî wan li wir dibîne. Fach betalkirina rezervasyonan wekî “Bedelê rewsa siyasî“ nîşan da.
Antrenorê VfL Bochumê Gertjan Verbeek jî derbarê heman babetê de wiha got: “Em vê carê naçin Tirkiyeyê. Ez dixwazim ji Erdogan dûr bim."
Hat ragihandin ku piraniya van tîman wê vê carê antremana xwe ya zivistanê li Spanyayê bikin.
Ji hêla din ve gelek tîmên Awusturyayê jî rezervayonên xwe yên Tirkiyeyê betal kirin. Di nava wan de tîmên lîga sereke yên mîn Klub SV Ried û SCR Altach jî hene.
Rewşa salên borî li holê nîn e
Di salên borî de bi giştî Antalya ji bo vê yekê gelek balkêş bû. Mînak di zivistana 2015'an de heta meha avrêlê ji 80 welatan tîmên fûtbolê hatin Antalyayê. Her wiha salen borî 7 tîmên Bundesliga a Almanyayê û gelek tîmên lîga duyem û sêyem a Almanyayê hatibûn Antalyayê.
Par dema qeyrana di navbera Rusya û Tirkiyeyê de çêbûbû Yekîtiya Fûtbolê ya Rusyayê jî bang li tîman kiribû ku neyên Tirkiyeyê.