Diyarname
Yek jê bi navê "Serbaz" ya din "Pergal" du lîstikên din ên klasîkên dinyayê bûn kurdî û hefteya pêşiya me têne pêşkêş kirin.
Ji Şa Performans "Pergal"
"Pergal" lîstika Sam Bobrick e. Rûken Esen û Tûncay Ozel ew wergerandiye kurdî. Lîstika ku derhêneriya Mehmet Mûsaoglu kiriye di bin banê Şa Performansê de derdikeve pêşberî şanohezan. Lîstika ku Erhan Mîr û Tûncay Ozel têde dilîzin yekem carê êvara 27'ê mehê saet 20'an de dê promiyera wê li dar bikeve.
Dûre êvara 28 û 29'ê mehê heman saetê dê bê lîstin.
Ji bo rezervasyon û têkiliyê: 05448824883
"Serbaz" li Yenî Sahneyê ye
Yenî Sahne li Batmanê karê şanoyê dike. Yenî Sahne niha lîstika Hristo Boyçev a bi navê "Serbaz" derdikexe ser dikê. Lîstika komedî ye û perdeyek e derhêneriya wê Yakup Selîmoglu kiriye.
Di lîstikê de Serdar Biçimli, Erdal Kaya, Mehmet Sevilgen, Murat Kurhan, Kenan Demir, Gulistan Şahin, Yakup Selimoglu, Menna Oncu dilîzin.
Lîstik yekem car êvara 21'ê vê mehê saet 19.30 de wê li Yenî Sahneyê bê lîstin.