Diyarname
PFDK'ê (Lijneya Dîsîplînê ya Fûtbola Profesyonel) ku girêdayî Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ye îro li hev civiya û fûtbol li lîstikvanê Amed Sporê Mansur qedexe kir.
Nava hefteyê li Amedê maça Amed Spor û Sakarya Sporê hebû. Piştî maçê bûyer derketin. Çalakiya Sakarya û çapemeniya nijadperest a Tirkiyeyê weşanen xiras li hemberî Amed Spor û lîstikvanê wê Mansur Çalar kir. Çapemeniyê îdîa kir ku Çalar bi amûrek birînê lîstikvanên Sakaryayê Tevfîk, Dilaver, Haci Omer Dogru û Ferhat birîndar kiriye.
Piştî bûyerê li cem PDFK'ê der barê Mansur Çalar, Muhammed Ali Ozdemîr û Muhlîs Îstemî de gilî hat kirin. PFDK'ê îro der barê wan de biryar da. PFDK'ê cezaya 4 sal dûrxistina ji fûtbolê û 25 hezar TL cezayê pere li Mansur Çalar birî. Ji ber ku ceza bi ser 3 salan re ye li gor Fermannameya Dîsîplîna Fûtbolê ev ceza dibe "Mehrûmbûna her gavî", yanê, heta hetayê.
Ji bilî Çalar, PFDK'ê 15 hezar cezayê pere li klûba Amed Sporê û hefteyek jî lîstina bêtemaşevanan li klûubê birî. PFDK'ê ji lîstikvanan 5 maç cezayê nelîstinê û 3 hezar TL cezayê pereyan Muhlîs Îstemî birî. Li Muhammed Alî Ozdemîr jî 4 maç cezayê nelîstinê û 2 hezar û 400 TL cezayê pereyê lê birî.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Bûyerên li maça Amed Sporê derketin bir meclisê
- Ji bo Mansur Çalar biryara qedexeya derveyî Tirkiyeyê