Diyarname
Lîstikvanê navdar Tuncel Kurtiz ku ji bo kişandina fîlmekî li Enqereyê bû qeyrana dil derbas kir û ew rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Nexweşxaneya Îbnî Sîna.
Li nexweşxaneyê Kurtiz hat emeliyetkirin, rehên ku xitimîbûn hatin vekirin û niha rewşa wî baş e.
Jina Kurtiz Menend Kurtiz da zanîn ku ew kêfxweş in ku emeliyet baş derbas bûye û wiha got: "Mêrê min niha pir baş e, diaxive, her tişt baş e. Lê divê bi heyecanê nekeve. Niha bêhna xwe dide."
Lîstikvanê şano û sînemayê yê navdar Tuncel Kurtiz filmên Yilmaz Guney "Kêrî", "Hêvî" û gelek fîlmên din ên navdar de lîstiye.