Çapemeniya dinyayê cihek fireh da komkujiya çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî daweta kurdan a li Entabê. Vaye hin nûçeyên ji dinyayê:
- BBC:
Hikumeta tirk bûyer wekî 'êrîşa terorê' bi nav kir û got ku bombeya întîxarî ye. Êrîş li hemberî mêvanên daweta kurdan hatiye kirin.
Di nûçeyê de wisa cih dane gotinênn nûçegîhanê wan ê li Stenbolê Mark Lowen: "Menbic jî têde cîhadîst li Sûriyeyê erdên xwe winda dikin. Leşkerê muxalif ên li Sûriyeyê ber bi Cerablusa di destê DAIŞ'ê de ye diçin. Ev dibe komkujiyek wekî hêza xwe nîşan bide be. Di vî warî de jî spekulasyon hene."
Di nûçeyê de kronolojiya komkukijiyên komkujiyên wekî vê ên li Tirkiyeyê jî hatine dayîn.
- CNN:
CNN'ê ji malpera xwe cih dane gotinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ên wekî "Yên ku hêza wan nikare bi Tirkiyeyê bi ser xesasiyetên etnîkî û mezhebî de hemwelatiyên me ber bi hev de dehf didin, ev senaryo dê bi ser nekevin."
Nûçe dibêje Tirkiye bi hewldana êrîşa derbeya 15'ê tîrmehê û bi hen rêzeêrîşên mirinê diheje.
- El Cezîre:
Bi teqînê de dawet veguherî merasima şînê.
- Russia Today û Sputnîk:
RT'ê (Rus Russia Today) sernavê "êrîşeke hovane" bikar anî û cih dane gotinên Erdogan ku "kiryar DAIŞ" e û cih da nûçeya qedexeya RTUK'ê ya li ser bûyerê.
Ajansa rus Sputnik jî wisa got: "Bombekarê întîxarî li dawetê teqiya: 30 kes mirine, 94 birîndar hene."
- Le Monde:
Rojnameya fransiz Le monde jî ji malpera xwe re agahiyên ajansên navneteweyî yên wekî AFP, AP û Reutersê weşandin belav kir.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Demîrtaş: Werin em vê bikin deriyê sibeyek wekhev û adil
- Cenaze ji bo definkirinê dibin Goristana Yeşîlkentê
- Ji çapemeniya dinyayê komkujiya Entabê