logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Hezar sal berê li nav kurdan hinguv û mêşa hinguv

Zanayê kurd Ebû Henîfe Dînewerî beriya hezar salan pirtûka "Hingiv û Mêşa Hingiv" a der barê taybetmendiyên nebatan de

  • Dîrok: 14/07/2009
  • Beş: Berhem

Diyarname
Zanayê kurd Ebû Henîfe Dînewerî beriya hezar salan pirtûka "Hinguv û Mêşa Hinguv" a  der barê taybetmendiyên nebatan de nivîsand. Ev pirtûk niha careke din hat weşandin.

Zanayê kurd yê bi nav û deng Ebû Henîfe Ehmed Dawud el Dînewerî ku mîna Ebû Henîfî Dînewerî tê nasîn  tam nayê zanîn ku kengê ji dayik bûye û kengê jiyana xwe ji dest daye. Lê ji aliyê zanyaran ve tê qebûlkirin ku di salên Piştî Zayînê yên 820-895’an de jiya ye. Ebû Henîfe Dînewerî li bajarê Dînewer ê başûrê Kurdistanê ji dayik bûye û li bajarê Îsfahan ê Îranê perwerdeya Astronomî, Matemetîk, Mekanîk dîtiye. Her wiha li bajarên Kufe û Basrayê jî perwerdeya Fîlolojî (Zanistiya Ziman) û helbestê dîtiye.

Şêwezake zanistî
Li ser Dînewerî heta niha gelek zanyaran tişt gotine. Ji Fakulteya Ziman û Şaristaniyên Rojihalat Nêz a girêdayî Zanîngeha Harvardê Mehrdad R. Izady, Dînewerî bi van gotinan dide nasîn: “Di nava pêşengên kurdan de yê herî bêqisûr, li ser axa îslamê jî mêjî û ramyarê herî mezîn Ebû Henîfe Ehmed Dînewerî ye.” 

Çend nirxandin 
Berhemên Dînaverî bala gelek lêkolîneran jî kişandiye. Der barê Dînaverî de ji zanistên dema me çend nirxandin jî wisa ne: 
Mehrdad R. Izady (Ji Fakulteya Ziman û Şaristaniyên Rojihalat Nêz a girêdayî Zanîngeha Harvardê): “Mîna gelek kesên di dema wî de jiyan Ebû Hanîfe jî ne kesayetekî bi demekê an bi komekê bisînor e. Berovajî kesayeteke hemû deman û cîhanî ye. Dema berhemên wî tên lêkolînkirin yekser tê dîtin ku Ebû Henîfe bi nerîna kurdekî mijaran digire dest. Lewma jî berhemên wî yên destpêkê der barê reh û kokên kurdan de ne.”
Bruno Silberberg (Lêkolînerê alman): “Piştî  lêkolînên hezar salî, bêhtir ji pirtûkên Dîscorides û Theophraste yên Grêkan sûd dihate wergirtin. Lê di vê mijarê de berhema Dînewerî ji aliyê agahî û naverokê ve berfirehtir e. Dînewerî ne tenê aliyê nebatan yên xuya dike, aliyê wan yên tibî, xwarinê û hemû taybetmendiyên din tarîf dike. Hemûyan tasnîf dike û şert û mercên lê şîn dibin û digihin tarîf dike. Berhema Dînewerî ji berhemên Dioscorides û Theophraste yên yewnan ku wan jî li ser netaban nivîsaniye berfinehtir e”

Dînewerî îmzeya xwe avêtiye bin gelek berheman. Di salên dawî de Weşanxaneya Hîvda pirtûka wî ya bi navê "Dîroka Îslamê" weşand. Dîsa pirtûka wî ya bi navê, "Hingiv û Mêşa Hingiv" tevî destnîvîsê niha bi tirkî çap kir. 

Bi destnivîsa orjînal
Di destpêkê de kesê bi navê Ebû Omer ez Zahid ev pirtûk wekî ku pirtûka bi çap kiriye. Paşê Muhammed Cabbar Muaybid di encama lêkolînên xwe de kifş kiriye ku pirtûk ya Ebû Henîfe Dînewerî ye û careke din ew pirtûk çapkiriye. Ev pirtûka ku niha ji aliyê Weşanên Hîvda ve hatiye çapkirin li ser wan pirtûkan bi tercûmeya Umît Demirhan hatiye amadekirin û çapkirin. Cihdayîna destnivîsên Dînewerî yên li Spanyayê jî şêwazekî orjînal dide pirtûkê.

Di pirtûka bi navê ‘Hingiv û Mêşa Hingiv’ de têkildarî nebatan agahiyên zanistî tên dayîn. Di pirtûkê de bi şêwazekî zanistî hemû nebat hatine nirxandin. Rewşa wan a morfolojik, fizyolojîk û girîngiya wan a ji bo xwarin û bijîşkiyê radixe ber çavan. Di pirtûkê de ku rewşa ax, av û mercên ekolojîk jî tên nirxandin bi zimanekî wêjeyî hatiye nivîsandin.   

Destpêka pirtûkê
Dînaverî ku di tevahiya pirtûkên xwe de zimanekî wêjeyî bikar tîne, bi van gotinan dest bi pirtûka ‘Hingiv û Mêşa Hingiv’ dike: “Bi navê Xwedayê mîhrîban û dilovan. Em ê di vê babê de Hingiv û Mêşa Higiv bigirin dest. Înşelah em ê karibin hingiv û faktorên ku hingiv diafirînin bêyî dirêjkirina gotinê lê beyî ku hin aliyan ji nedîtîve bên karibin binirxinin.”
Dîsa ji nav û cureyên hingiv, cureyên mêşên hingiv, kulîlkên ku hingiv ji wan peyda dibe, demên hingiv, çawaniya kewar û şanên hingiv, derxistina hingiv ji kewaran, hingivê safî û bermayiyên wî gelek alî tên nirxandin. 
Rayedarên Weşanxaneya Hîvda ji bo kifşkirin û çapkirina berhemên din ên Dînewerî jî xebatên xwe didomînin.

Berhemên Dînaverî
Gelek pirtûkên ji aliyê Dîneverî ve hatine nivîsandin hene. Ji pirtûka flora heta mijara girtina rojê, ji hesabgiriyê heta bi rewşa stêrkan, ji dîrokê heta bi erdnîgariyê di gelek mijaran de nivîsandiye.

Hin ji pirtûkên Dînaverî ev in. 
- Kitab el-Cebr ve’l-Mukabele (Pirtûka Cebîrê -Matematik)
- Kitab el-Nebat (Pirtûka Flora)
- Kitab el-Kusuf (Pirtûka Girtina Rojê)
- Kitab el-Redd ala Rasad el-Isfahani (Pirtûka Pûçkirina çavdêriyên Astronomî yên El Îsfahanî)
- Kitab el-Hisab (Pirtûka Hesab)
- Bahs fi Hisab el-Hind (Analîza Hesabê Hindê)
- Kitab el-Cem ve’l-Tefrik (Pirtûka Aritmetîkê)
- Kitab el-Kible ve’l-Zeval (Pirtûka Pozîsyona Stêrkan)
- Kitab el-Enva (Pirtûka Hewayê)
- Islah el-Mantik (Pêşxistina Mantiq)
- Ahbar el-Tival (Dîroka Giştî)
- Kitab el-Kebir (Pirtûka Mezin a dîroka beşên zanistê) 
- Kitab el-Fesaha (Pirtûka Retorikan)
- Kitab el-Buldan (Pirtûka Erdnîgariyê)
- Kitab el-Şiir ve ‘l-Şuara (Helbest û pirtûka helbestê) 
- Ensab el-Ekrad (Bapîrên Kurdan).
 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Rojnameger Hifzi Topuz mir

ad

Li Rojava rojê çiqas petrol tê derxistin?

ad

Venezuela de bi 7,5 û 7,2 zelzele viraziya

ad

Nivîskarê xwediyê xelata Pulitzerê mir

ad

Qeybî tûtan/ Ji bo zarokan: ’Tûtî, Seta Bîrkariyê’

ad

Li Qamişloyê Pêşangeha Pirtûkan dest pê kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname