Diyarname
Fîlmê derhêner Maren Ade ê bi navê "Toni Erdmann" di warê xelata fîlm, derhêner, senaryo, lîstikvanên jin û mêr ên herî serketî de xelat girt.
29'emîn Xelatên Fîlman ên Ewropayê ku wekî Oscarên Ewropayê têne hesibandin li bajarê Wroclow ê Polonyayê bi merasimek (êvara 10'ê mehê lidar ket) hatin dayîn. Fîlmê alman "Toni Erdmann" mohra xwe li şevê da. Fîlm di warê fîlmê herî serketî, derhênera herî serketî, senoryaya herî serketî, lîstikvanê herî serketî û lîstikvana herî serketî de xelat girt.
Di şeva nêzî hezar û 200 vexwendî lê amade bûn de derhêner Ade piştî xelatgirtinê wisa got: "Ez gelek dilşad im. Nivîsandina senaryoyê ji bo vî fîlmî gelek dem girt."
Fîlm li Cannesê jî bi ser ketibû û xelata FIPRESCI girtibû. Niha fîlm di warê Fîlmê Biyanî de berendamê Oscarê ye.
Belgefîlmê herî serketî: "Fuoccoammare"
Di şevê de derhênerê îtalî Gianfranco Rosi bi belgefîlmê xwe "Fuoccoammare" xelata Belgefîlmê Herî Serketî girt. Penaberên diçin Ewropayê yekem cihê ling davêjin Girava Lampedusa a Îtalyayê. Belgefîlmê çîroka xwe li ser van penaberan saz kiriye di Festîvala Fîlman a Berlînê de Xelata Hirça Zêrîn girtibû.
Derhênerê swîsreyî Hannes Holm'un bi fîlmê xwe "En man som heter Ove" (Zilamekî bi navê Ove) di warê fîlmê komedî yê herî serketî de xelat girt.
Lîstikvan Pierce Brosnan ku bi rola di fîlmên "James Bond" de girtibûn ser milên xwe tî nasîn di şevê de Xelata Serketina di Hemû Jiyanê de girt.
Derhênerê polonî Andrzej Wajda ku 9'ê kewçêra 2016'an wefat kiribû bi "Xelata Şeref"ê hat xelatkirin. Serokê Akademiya Fîlman a Ewropayê derhênerê alman Wim Wenders axivî û got: "Ger îro bi êş em bêriya yekî dikin ew jî Andrzej Wajda ye."
Ji DW hatiye girtin