LUQMAN GULDIVÊ
Şano yek ji pêşandanên hunerî yên herî kevin e ku ne ferdî lê komî ye; mirov dikare behsa şêwazên modern ên ferdî bike, lê ev daxwaz yan jî ajoya şanoyê ya civakîbûnê ji holê ranake. Ev daxwaz di rastiyê de di sedema bûn û hebûna hunerê şanoyê de bicihbûyî ye. Şano bi her halî ji ber ku bi awayekî yekser dixwaze peyamekê parve bike yan jî bide aliyê hemberî xwe û ew jî temaşevanên wê ne, xwe ji ferdîbûna mutleq qut dike.
Jixwe, dema em berê xwe didin şanoyên heta bi roja me ya îro em dibînin ku herî zêde bi pirsgirêkên civakê, bi kul û derdên wê serê xwe êşandiye; qet nebe bi wan bûyeran re ku tesîreke mezin li civakê û ferdên wê kiriye, daketiye û ji wan hunerekî darîçavkirinê peyde kiriye. Hem di şanoya Yewnanî ya kevin de rewş ev e, hem jî di şanoyên roja me ya îro de para bêhtir mirov bivênevê ya derdikeve pêşiya me ew e ku şano bi rengekî ji rengan neynikeke civakê ye ku bi lîstikan, bi rolan, bi diyalogan, bi dansê, rohniyê, kulîsan û deng, newa û muzîkê peyaman dide.
Ya ku şanoyê ji hunerên din ên bedew wekî peyker, resm û heta sînemayê cihê dike ew e ku li ser dikê di wê kêliyê de ku bi gewde dibe, bi temaşevanên xwe re dikeve nava têkiliyeke dualî û heta pirralî. Ew reaksiyona hember xwe di cih de dibîne, hem lîstikvanên şanoyê, hem derhênerê wê û heta bi hosteyê kostuman jî para xwe ji vê yekê distîne.
Beramberî vê jî rast e, ango temaşevan jî di cih de bê navbeynkarekî, peyamê distîne; dibîne ka ev hunerekî bedew e yan na, ka serketî ye yan na. Ha, bi ya min ji ber vê xisleta şanoyê ye ku naveroka wê û peyama dide gelekî diyarker dibe. Helbet hunerê dramayê ne tenê naverok e, lê ji ber sedemên li jor min behsa wan kir, mirov miqayese bike bi hunerên din re, li gorî hunerên din naverok û pê re jî peyam girîngtir in; hem ji bo hunermendên şanoyê û hem jî ji bo temaşevanê wê.
Dema em vê yekê wisa qebûl bikin û di peywendeke Kurdistanî de li mijarê binihêrin, divê em li bendê bin ku şanoya dika kurdî van roj û mehên li pêşiya me li ser qirkirinan (Şengal, Cizîr û yên din), berxwedana man û nemanê (Kobanî, Şengal, Rojava, Bakurê Kurdistanê û Berxwedana Xwerêveberiyê) û pirsgirêkên sereke yên civakê (qirkirina jinê û yên din) ji bo xwe bike mijar û qet nebe di vî warî de serketî be. Ango, em nikarin zanibin ka derhênerek wê çi qasî jêhatî be, şanoger çi qasî baş bi rola xwe rabin, dekorvan û hosteyên kostuman wê çi qasî serketî bin, ka dansvan û muzîkjen wê çi qasî karibin hunerekî bedew pêşkêşê mêvanên xwe yên li holên hunerê şanoyê bikin; lê em dikarin bibêjin ku ev erk li pêşiya hemûyan e ku vê serdema man û nemanê ji bo civaka xwe bi hunerê jî bi gewde bikin, heta bi awayekî ji awayan, nemir bikin.
Jêrzemînên wehşetê divê bibin şano, nizanim kî wê bi vê erkê rabe, lê divê bibin; bi heman rengî Kobanî divê bibe şano, kî dike nizanim, lê divê bibe. Ma berxwedana Sûrê nebe dibe? Heke nebe, ev kêmasiya meydana hunerê civaka kurd e. Divê tevî muzîk, dans û ronahiyê ev mijar dakevin ser dikê, yan jî meydana hunerî û bajar bi bajar, gund bi gund nîşanî her kesî bide vê berxwedanê, vî şerê man û nemanê. Çawa dengbêj, şair û stranbêjan berê ev bi ser xist di nava civakê de, divê civaka me ya îro jî tevî hunermendên xwe li tevahiya meydanên hunerî karibe vê bi ser bixe.
guldive@yahoo.fr
26.01.2017, Yenî Ozgur Polîtîka