Diyarname
Nivîskarên rojnameya Ozgur Gundemê nivîskar Asli Erdogan û zimanzan Necmiye Alpay îro ji doza "Xirakirina yekbûyîna dewletê" hatin berdan lê dozek wan a din heye "Endamtiya rêxistinê" û ji vê dozê ew hê girtîne û dê neyên berdan. Der barê wan de dozger cezaya muebetê dixwest ku îro îdîanameya wan ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin.
Asli Erdogan ev 95 roj, Necmiye Alpay ev 85 roj bûn ku girtîbû. Her du jî li Girtîgeha Jinan a Bakirboyê bûn. Danişîna doza wan 29'ê meha pêşiya me dê li dar bikeve. Li gor parêzerên wan ji îdîaya dozek hatin tehliyekirin lê ji ber dozek din jî derbarê wan de heye ew dê neyên berdan. A rast pêşî biryara berdana wan hat dayîn, lê paşê biryar hat guhartin. Sedem nayê zanîn.
Wekî notek: Di destpêka de me wekî malper jî nûçeya "Hatin berdan" weşand, parêzeran paşê agahiyên berfireh dan û em nûçeya xwe sererast dikin.