logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

“Pevçûna li Amediyê” û Medyaya Kurdî

Li ser bûyerê çapemeniya kurdî çi got? Lêkolîn analîzek li ser 4 saziyên çapemeniya kurdî ya du aliyan...

  • Dîrok: 14/06/2021
  • Beş: Serbest

 

Ferîd DEMÎREL

Di 5’ê Hezîrana/Pûşpera 2021'ê de li navçeya Amediyê ya Duhokê di navbera hêzên PKK’yê û Pêşmergeyên PDKyê de pevçûnek rû dabû. Agahiyên cuda û hevsûcdarkirinên cuda hebin jî di dawiya dawî de wê rojê 5 Pêşmergeyan can dabû. Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rayedarên PDKyê û Serokatiya Herêma Kurdistanê PKK ji ber vê rewşê tohmet kiribû. PKK’yê jî li dijî van tohmetan derketibû û gotibû Pêşmergeyên PDK’yê êrîşî wan kiriye. HPGyê jî di daxuyaniya xwe de gotibû wan êrîş nekiriye û Pêşmergeyan li ser destê wan can nedane.

Min xwest li medyaya kurdî binêrim û bizanibim bê kîjan medyayê ew bûyer çawa weşandiye.

Ji bo wê min çar saziyên medyayê hilbijart ku her yek ji wan nêzîkî her du aliyên şer û pevçûnê ne. Di vê xebatê de min xwest ku ez bêyî nêrînên xwe yên şexsî tevlê bikim, rewşa medyayê ya li hemberî rewşên wiha nîşan bikim. Min li nûçeyên wan nêrî û têgehên bikaranîne û xwest bersiva van pirsan bibînim: Van medyayan sernavên çawa nivîsandine, bêhtir cih danê kê/kîjan aliyî, kîjan alî derxistine pêş, aliyên ku qet cih nedane nêrînên wan hene yan na?

Va ye encama ku derketiye holê?

Di 5, 6 û 7ê Hezîranê de min li beşên kurmancî yên Rûdaw, Kurdistan24, ANF û Rojnewsê nêrî. Her wiha li çend nûçeyên Rûdaw û Kurdistan24ê yên tirkî û hinekî jî li yên soranî û li yên tirkî yên ANF’yê nêrî.

Di van her sê rojan de Rûdaw û Kurdistan24ê 28 nûçeyên bi kurmancî, dîsa bi dehan nûçeyên bi tirkî û soranî weşandine.

ANF’yê gelek kêm nûçe weşandiye hem bi tirkî hem jî bi kurmancî.

Rojnewsê 22 nûçeyên bi kurmancî weşandiye yên raste rast bi mijara pevçûna di navbera PKK’yiyan û Pêşmergeyên PDK’yê de li Metînayê pêk hatiye.

Roja 5’ê Hezîranê/Pûşperê

ANFyê ji bo bûyera pevçûnê, bi sernavê “Hêzên Iraqê û PDK’ê êrîşî kampa gerîla kirin” nûçeyek weşandiye. Di beşa tirkiyê de jî heman nûçe heye. Nûçeya tirkî saet di 09.02 deqîqeyan de ya bi kurmancî jî di 09.10 deqîqeyan de weşandine. Di destpêka nûçeyê de gotiye “Hêzên Iraq û PDK’ê yên ketin nava liv û tevgerê êrîşî kampa gerîla kirin, ji bo zêdetir bi pêş ve neyên guleyên hişyariyê hatin teqandin.”

Nûçeyeke kurt e û di dewama wê de jî zanyariyên ji çavkaniyên HPG’yê hatine wergirtin bi du sê hevokan heye.

 

Rûdawê bûyer bi sernavê “Wezareta Pêşmerge bo Rûdawê: Di êrîşeke PKKê de 5 Pêşmerge şehîd bûn” weşandiye. Di soraniyê de gotiye, “5 pêşmergeyên zerevanî li sînorê Amedî şehîd bûne”

Rûdawê di vê nûçeyê de ji devê Wezareta Pêşmerge zanyarî weşandine. Wezaretê gotiye “ji aliyê hêzeke PKKê kemînek li ber wan hatiye danîn û di encam de 5 pêşmerge şehîd bûn û 4 pêşmergeyên din jî birîndar bûne.”

 

Kurdistan24ê saet di 10.33 deqîqeyan de heman bûyer bi sernavê “Ji ber êrîşeke PKKê 5 Pêşmerge şehîd bûn” weşandiye. Di nûçeyê de zanyariyên hatine belavkirin li ser devê Serbest Lezgîn, Alîkar ango Cîgirê Wezareta Pêşmergeyan in. Tiştên ku Lezgînî ji Kurdistan24ê re gotiye ji Rûdawê re jî gotiye. Serbest Lezgînî gotiye “çekdarên PKK’ê kemînek li ber hêzên Pêşmerge li nêzîkî devera Berê Sîlê ya li navçeya Amêdiyê danîne û êrîş kirine ser hejmarek Pêşmerge.”

 

Rojnewsê yekem nûçeya derbarê bûyerê de saet di 10.27’an de weşandiye. Sernavê nûçeyê “Hêzên PDK’ê êrîşî gerîla kirin”. Di spota nûçeyê de gotiye “Hêzên PDK’ê êrîşî kampên gerîla kirin, ji bo zêdetir bi pêş ve neyên guleyên hişyariyê hatin teqandin.”

Rojnewsê nûçe ji ANF’yê wergirtiye û tenê bi du hevokan behsa bûyerê kiriye.

Di saetên pêş de her çar saziyên medyayê jî nûçe weşandine. Lê ya herî hindik nûçe weşanine ANF ye. ANF’yê tenê cih daye nêrîn û daxuyaniyên HPG, KCK û PKK’yê. Ji bilî wê em vê bûyerê di nava malperê de nabînin. Lê ji bilî van nûçeyan nûçeyên din ên derbarê şer û pevçûnên li Metîna û herêmên din diqewimin hene. Di hinek ji van nûçeyan de behsa tevgera leşkerî ya Pêşmergeyên PDK’yê hatiye kirin.

 

Rûdawê di gelek nûçeyan de gotiye “êrîşa PKK’ê”

Rojnews, Rûdaw û Kurdistan24’ê di van sê rojan de her ev mijar derxistine pêş. Rûdawê di gelek nûçeyan de gotina “êrîşa PKKiyan a li ser Pêşmergeyan” bikar aniye. Hin caran jî ev gotin li ser devê rayedaran nivîsandiye. Cih daye nêrîn û daxuyaniyên rayedarên PDK, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Parlamentoyê, Konsolxaneyên Fransa, DYA û Brîtanyayê, daxuyaniya partiyên kurdan ên derbarê vê êrîşê de. Her wiha cih daye daxuyaniya HPGyê jî.

Rûdawê hema hema di dawiya hemû nûçeyan de daxuyaniya Wezareta Pêşmergeyan, ya HPGyê û derdorên din dubare kiriye û weşandiye. Di hin daxuyaniyan de rexneyên li ser Tirkiyeyê û operasyona wan a leşkerî neweşandiye.

Di navbera hin nûçeyên soranî, kurmancî û tirkî de cudahî hene. Car caran heman nûçe di soranî, kurmancî û tirkiyê de hem ji hêla zimanî hem jî ji hêla dirêjbûnê cuda ne.

Dema em li van nûçeyên Rûdawê dinêrin em dibînin ku Rûdawê bêhtir giranî daye nêrînên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rayedarên PDK’yê.

 

Kurdistan24’ê gotiye “Çekdarên PKK’ê”

Kurdistan24’ê di hemû nûçeyên xwe de ew bûyer wekî “êrîşa PKK’yê” bilêv kiriye. Di hemû nûçeyan de ev nêrîn hem bi gotinên xwe hem jî li ser devê rayedaran, siyasetmedaran nivîsandiye. Kurdistan24’ê ji bilî nûçeyan, bi xwe hevpeyvîn bi siyasetmedar, rayedarên hikûmetê û PDK’yê re kirine û nêrînên wan weşandiye. Waliyê Hewlêr û Dihokê wekî mînakên vê ne.

Di kurmanciyê de ji bo PKKyiyan gotiye “Çekdarên PKK’ê” lê di ya tirkî de gotiye “PKK unsurlari.”

Kurdistan24’ê qet daxuyaniyên HPG, KCK û PKK’yê yên derbarê bûyerê de neweşandiye. Tenê di saetên ku bûyer nû hatibû bihîstin de, nûçeyek bi sernavê “PKK li xwe mikur hat ku êrîşî Pêşmerge kiriye” weşandiye. Di vê nûçeyê de gotiye, “Medyaya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li xwe mikur hat ku êrîşî hêzên Pêşmerge kirine û teqe li wan kirine.

Li gor medyaya ser bi Partiya Karekerên Kurdistanê (PKK), vê sibê di demjimêr 04:00ê de, mûşekek arasteyî Pêşmerge kirine, lê ew vê êrîşê wekî guleyên hişyariyê bi nav dikin.”

Yanî ev nûçeya ji bo xurtkirina nêrîna xwe weşandiye.


Rojnewsê cih nedaye daxuyaniyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Rojnewsê jî bi qasî Rûdaw û Kurdistan24’ê xwestiye bûyer di rojevê de bimîne. Rojnewsê di hin nûçeyên xwe de gotiye “Çekdarên PDK’ê”, di hinan de jî gotiye “Pêşmergên PDK’ê”. Di van sê rojan de di beşê kurmancî de cih nedane daxuyaniyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rayedarên PDK’yê û Serokatiya Herêma Kurdistanê. Hemû çavkaniyên Rojnewsê yên derbarê bûyerê de HPG, PKK û KCK ye.

Rojnewsê ji Rûdaw, Kurdistan24 û ANF’yê cudatir tiştekî din kiriye. Ji bilî nûçeyên derbarê bûyerê û karvedanên wê de Rojnewsê bi gelek aliyên siyasî, civakî yên Başûr re axiviye. Di van nûçeyan de em dibînin ku bêhtir rexne li ser destwerdana Tirkiyeyê ya li Başûr hene. Di beşek ji van nûçeyan de PDK wekî hevkarê Tirkiyeyê hatiye binavkirin. Her wiha di beşek zêde ji van nûçeyan de mijarên wekî “yekîtiya kurdan”, “şerê naxweyî yên kurdan” jî hatine nivîsandin.

Di 5, 6 û 7ê Hezîranê de ji bilî ANF’yê her sê saziyên medyayê gelek nûçe li ser vê mijarê weşandine. Her yek ji van saziyan li gorî peywendiyên xwe yên bi her du hêzên kurdan re, nûçe amade kirine û weşandine. Ya herî zêde reaksiyonel Kurdistan24 e ku di hemû nûçeyên xwe de bêyî îhtîmaleke din bifikire gotiye “Erîşa PKK’yê”.

Dema nû bûyer hate bihîstin Kurdistan24 û Rûdawê bûyer wekî “êrîşeke esmanî” ragihandiye. Li gorî nûçeyên wan ên destpêkê “êrîşeke asmanî pêk hatiye” û di encamê de pêşmergeyan can dane. Lê piştî wê bi demeke kurt ew êrîş wekî “êrîşa PKKyê” binav kirine.

Piştî 7’ê Hezîranê jî karvedanên derbarê vê bûyerê de dewam kirine. 

Parve Bike

Youtube Me
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 08 06 2026

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

news
  • 06 06 2026

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Wanê lîsteya rêveberên girtî

ad

Agahiyên herî nû: Li Tirkiyeyê rewşa xwendinê

ad

Çalakiyek nû: Xwendekar di Pêşbaziya Zanînê de li hev civiyan 

ad

Kurd di nava şerê rejîma Sûriye û muxalîfan de man

ad

Cîzrespor bû şampiyon û derbasî lîgek jortir bû

ad

Amedê silav li Rojava kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname