Qonseya Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku baskek leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk e bi daxuyaniyek çapemeniyê ragihand ku operasyona rizgarkirina Reqayê dest pê kir.
Ji bo vê bi beşdariya gelek televizyonan daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku YPG /YPJ, hêzên Ereb û tirkmen ên di nav Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ne di nav vê operasyonê de ne. Ji gel hat xwestin ku ji cihên emê operasyonê bikin bila dûr bisekinin û herin cihên rizgarkirî.
Navê Pêngava Xezeba Firatê li operasyonê kirine. Di operasyonê de li dor 30 hezar leşker dê cih bigirin. Hêzên Koalîsyona Navneteweyî piştgirî dide operasyonê. Milek ji aliyê Sûriyeyê, milê din jî aliyê Eynîsa ve ketiye rê û pevçûn dest pê kirine. Heta niha hin gund hatine rizgarkirin.