Diyarname
Li Çekyayê rojên 20-21'ê mehê hilbijartina giştî çêbû û di hilbijartinê de partiya karsarê mîlyarder û Wezîrê Maliyeyê yê berê Andrej Babiş bi ser ket. Babiş bi şêwaz û paşeroja xwe ya li nav karsazan wî dişibînin Serokdewletê DYA'yê Donald Trump. Partiya Babiş "ANO" (Erê) li gor encamên ne ferkî sedî 30 deng dane. Piştî "ANO" partiya ku rastgir e û li dijî koçberan de SPD (Partiya Azadî û Rasterast Demokrasiyê) bi sedî 11 bûye duyemîn. Rêberê hikumeta koalîsyonê ya niha Partiya Sosyal Demokratan (CSSD) bi sedî 7 di rêza 6'emîn de cih girtiye. Piştî Çekoslovakya parçe bûye heta niha yekem car CSSD ew qas hindik dengan digire.
Cîgirê Serokê Giştî yê ANO'yê Jaroslav Faltynek ji bo Ajansê Nûçeyan a Çek gotiye ku ji bo koalîsyonê ewê pêşniyarê ji boo şirîkên hikumeta niha CSSD û KDU-CSL (Demokratên Xiristiyan) bibin
Faltynek gotiye ku encamên hilbijartinê nîşan didin ku hilbijêr bi Babiş bawer e û ew dixwazin serokwezîrê nû ew be.
Babiş ê 63 salî gotibû ku ger bê desthilatdarî dê welat wekî kompanîkî bi rê ve bibe.
Babiş dema Wezîrê Maliyeyê bû ji ber karên nelirê ji peywirê hatibû girtin. Ji bo wî dihat gotin ku 2.4 mîlyon Euro karên nelirê hatiye kirin. Her wiha bi îdîaya di serdema komunîst de ligel polîsan kar kiriye vê mehê der barê wî de dozek hatibû vekirin.