Enstîtuya Keleppûra Kurdî ya beşa Dihokê 5 pirtûk bi hev re çap kir ku ji wan çar bi kurmancî yek jî bi kirdkî ye. Yekem car li başûr pirtûkek bi kirdkî (kirmanckî) tê weşandin.
Enstîtuya Kelepûra Kurdî, ku kar û barê xwe li başûrê Kurdistanê digerîne, pênc pirtûkên nû belavkirin ku çar jê bi tîpên latînî ne û yek jî bi tîpên erebî ye. Ev pirtûkên hanê ku li ser erkê Weşanxaneya Aras hatine çapkirin, wekî weşanên şaxa Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya Duhokê hatine çapkirin ku 4 bi kurmancî û yek bi kirdkî-kirmanckî ye.
Vane ew pirtûk:
Ez Eyşe Şan im
Amadekar: Zeyneb Yaş – Hîlmî Akyol
Rêzbendiya meqaman û deranîna notayan: Kawe Feqêzade
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî – Duhok, Hewlêr, Çapxaneya Aras, Pûşper 2009, 320 rûpel, Kurdî/Kurmanciya Jorîn, Bi tîpên Latînî û Erebî, 1000 heb
Pirtûk ji jiyan û serpêhatiya hunerî ya Eyşe Şanê û stranên wê pêk tê. Beşa yekem digel keş û atmosfera ku Eyşe Şan lê mezin bûye, jiyana wê ya taybet, destpêka hunermendiya wê, rojên wê yên li Elmanya û başûrê Kurdistanê, bingeh û paşxaneya hunera wê bi xwe ve digire. Di vê beşê de sûde ji dîtin û ramanên Mûrad Kerse kurê Eyşe Şanê hatiye wergirtin ku ev cara pêşîn e li ser diya xwe dipeyive. Her weha Dengbêj Seydoyê Boyaxçî, Segvan Evdilhekîm, hunermend Gulbuhar, Dr. Keyxesrew Ebdulkerîm, Kak Şar Oremar, Hasan Güner, Kemal Ulusoy, Hesenê Alê, Mustafa Gazî, Ehmet Zero, Hesen Bîbo, Smaîl Badî dîtin û ramanên xwe li ser Eyşe Şanê dane xuyakirin. Jê pê ve pirtûk komek wêneyên Eyşe Şanê jî dihewîne ku hin jê cara pêşîn têne belavkirin. Ji layekî dîtir, beşa jiyan û serpêhatiya hunerî ya Eyşe Şanê bo tîpên erebî û kurmanciya jêrîn jî hatiye veguhartin.
Beşa duyem ya pirtûkê jî ji 150 stranên Eyşe Şanê yên kurdî-tirkî pêk tê ku li gorî Elbûma Eyşe Şanê hatine rêzkirin ku ji aliyê Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ve hate derxistin. Stran, ku 36 ji wan tevî notayên xwe hatine belavkirin, li gorî cûre û babetê xwe hatine kategorîzekirin.
Sanikanê Dîyarbekirî ra Guldesteyêk
Amadekerdox: Roşan Lezgîn
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî – Duhok, Hewlêr, Çapxaneya Aras, Pûşper 2009, 200 rûpel, Kurdî/Kirdkî-Zazakî, Bi tîpên Latînî û Erebî, 1000 heb
Ev pirtûka hanê ku pirtûka yekem ya kirdkî ye ku li başûrê Kurdistanê tê belavkirin, ji 20 çîrokên kirdkî pêk tê. Her weha Cdya çîrokan jî digel pirtûkê ye ku ji çîrokên bi navê Pîre û Dîke, Pîre û Pisînge, Zingile û Mingile, Helkane û Dukane, Dirike, Kêz Xatûn 1-2, Pepuke, Hezo û Heş, Ap Heş, Luynarîne û Luybarîne, Yew Waye û Hewt Birayî, Keçelike, Sîyamend û Xece, Mîrza Mehemed, Dîko, Rîko û Maseyê Bejikî pêk tê. Her weha ferhengok jî di nav pirtûkê de cih digire. Li aliyê din di nav pirtûkê de beşek bi navê Kirmanckî, Kirdkî, Dimilkî û Zazakî heye ku tê da qala taybetî û binzarên zaravayê kirdkî, têkiliya wê ya bi zaravayên din re û deverên ku pê tê axaftin hatiye kirin. Cihê gotinê ye, ev beşa hanê bi tîpên erebî bo kurmanciya jorîn jî hatiye veguhartin.
Şimşalokanê
Berhevkirin: Xalid Salih
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî – Duhok, Hewlêr, Çapxaneya Aras, Pûşper 2009, 205 rûpel, Kurdî/Kurmanciya Jorîn, Bi tîpên Erebî, 1000 heb
Pirtûk bêhtirî 100 lîstik û yariyan bi xwe ve digire ku li herêma Badînanê têne lîstin ku piraniya wan ji salên 80î vir ve ji hêla Duhokê hatine berhevkirin. Hin ji van yariyan her çend ji layê mezinan ve jî têne kirin, lê behra pitir ji layê zarokan ve têne kirin. Hindek ji yariyên nav pirtûkê: Bizdem Badem, Tellingî, Hat Hat, Armancanê, Eleven – Dû Leven, Bajêranê, Bihostanê, Bwîka Baranê, Pênanê, Pêncokanê, Çîzanê, Çolanê, Çavgirtin, Damanê, Rêzanê, Kabanê, Kero Kero, Kutyanê, Gustîranê, Gîxanê, Morkanê, Hêkanê, Dêdîk, Parsinganê, Cotkanê, Malkê Mino Malo, Beqê Beqê, Agirok, Nerm ke.
1-Komek Stranên Folklorîk Ji Devera Silîvan, Hewêl û Batmanê / Bergê Yekem
2-Komek Stranên Folklorîk Ji Devera Silîvan, Mûş, Şirnex, Xerzan û Batmanê / Bergê Duyem
Berhevkar: Mustafa Gazî
Rêzbendiya meqaman û deranîna notayan: Kawe Feqêzade
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî – Duhok, Hewlêr, Çapxaneya Aras, Pûşper 2009, 208-206 rûpel, Kurdî/Kurmanciya Jorîn, Bi tîpên Latînî, 1000 heb
Her du bergên pirtûkê jî ji 99 stranan pêk tên ku piraniya wan ji hêla Silîvan-Farqînê hatine berhevkirin. Stranên di pirtûkê de wekî stranên dilan, stranên dawet û govendê û stranên cûr bi cûr hatine rêzkirin. Her weha di karê notasyonê de ji deranîna notayan pê ve meqamên wan jî hatine diyarkirin. Jê pê ve her du bergan Cdyek jî pê re ye ku ji her stranê firdikek tê da hatiye gotin. Hêjayî gotinê ye navê stranbêjan, kurtejiyana wan û sal û devera ku stran lê hatiye berhevkirin hatiye xuyakirin.
Bo têkilîdanînê:
Email: khi_2003@hotmail.com / khidihok@yahoo.com
www.khi03.com