Diyarname
Li bajaroka Çelebîbaga a girêdayî navçeya Erdîşa Warê Festîvala Zîlanê li dar dikeve.
Festîval dê 25'ê mehê de li dar bikeve. Şaredariya Çelebîbagê ya DTP'yî yekem car e vê festîvalê li dar dixe.
Şaredarê Çelebîbagê Veysel Keser û Serokê DTP'a Erdîşê Velî Avci digel nûnerên saziyan daxuyaniyeke dan û gel vexwendin festîvalê.
Şaredar Keser got ku wê festîval 25'ê mehê li dar bikeve û wiha axivî: "Herêma Zîlan bi qetilkirina kurdan ketiye nav dîrokê. Ji her malê kesên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hene. Ji ber vê yekê me navê Festîvalê Zîlan danî. Em hêvî dikin festîvala me bibe wesîleya biratî û aştiyê. Em dixwazin vê peyamê bidin. Di çarçoveya festîvalê de konser dê bên dayîn û panel bên lidarxistin. Gelek mêhvanên cuda û girîng dê bên navçe û bajaroka me. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku beşdarî festîvalê bibin."
Bernameya Festîvala Zîlanê:
25.06.2009
- Saet 10.30: Axaftina destpêkirina festîvalê.
- Saet 11.00: Panela Çareseriya Pirsgirêka Kurd a bi Riyên Demokratîk
Panelîst: Nivîskar Rakip Zarakoglu, Cîgirê Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Alaattîn Aktaş, parlementerê DTP'ê Ozdal Uçer, Şaredarê Wanê Bekîr Kaya û Şaredarê Çelebîbagê Veysel Keser.
Cih: Plaja Malbatê ya Şaredariya Çelebîbagê
- Pêşangeha wêneyan a Cabbar Ozturk a bi navê "Diyalektîka Aştiyê"
- Berêvarkî: Konser
Hunermendên beşdar: Hemê Hacî, Dengbêj Kazo, Dengbêj Heto, Cevdet Bagca û Îsmaîl Can