Diyarname
Romana nû ya nivîskar Îlhamî Sîdar bi navê "Şiirli Dag" (Çiyayê helbestîn) bi tirkî ji Weşanên Îthatî derket.
Îlhamî Sîdar berê bi navê "Bedirhan", "Yol", "Dagli", "Sadakat" jî di nav de hin romanên bi tirkî, her wiha bi kurdî (wekî "Jan", "Xewneke Payîzî") jî çend roman weşandibûn niha bi romanek bi tirkî "Şiirli Dag" li pêşberî xwendevanan e.
"Şiirli Dag" xwendevanan dibe serdema Îttîhat-Terakkî, di erdnîgariya tevlihev û dewlemend de li ser rewşa kurd û ermenan disekine, bêrehmiya dîrokê bi rêzikan wêjeyî radixe pêşberî xwendevanan. Û çîrokên cur bi cur ku xwe li tevna romanê dikin tevna romanê temam dikin.


