Enqere
Xelata Mafên Mirovan û Azadiyê ya Tahir Elçî dan Dayikên Şemiyê.
2’yemîn Xelata Mafên Mirovan û Azadiyê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tahir Elçî duh bi merasimek li Enqereyê dan Dayikên Şemiyê. Merasima xelatê li Navenda Hunerên Hemdem a Taşdelenê hate lidarxistin.
Jina Tahir Elçî, Parlamentera CHP’ê ya Stenbolê Turkan Elçî di destpêkirina merasîmê de axivî. Elçî diyar kir ku Weqfa Tahir Elçî, Dayikên Şemiyê hêjayî xelata îsal dîtiye û qala girîngiya têkoşîna Dayikên Şemiyê kir.
Serokê Giştî yê CHP’ê yê berê Kemal Kiliçdaroglû xelat da Dayikên Şemiyê. Kiliçdaroglû di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna Dayikên Şemiyê û wiha got: “Wekî mirov divê em tev yek bi yek êşên Dayikên Şemiyê parve bikin. Herî zêde dayik dizanin bê ka ji bo dayikek zarokên wan çiqas binirx in. A rast gelek tiştan naxwazin, tenê dixwazin cihê zarokên xwe hîn bibin. Dixwazin biçin ser gora wan û ji bo wan dia bikin. Kuştinên kiryarnediyar, ji bo dewletê eyba herî mezin e. Divê dewlet xwe ji vê eybê xelas bike. Rêya vê jî têkoşîn e. Lewma têkoşîna Dayikên Şemiyê têkoşîna mafan e.”


