Hewlêr
Heyeta HDP’ê di bin Serokatiya Hevserokê HDP’ê Selahattin Demîrtaş de şeva din gihîşt Hewlêrê. Heyet îro ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hat ba hev.
Hat gotin ku di civînê de
Rojnameger negirtin civînê. Li gor agahiyên ku tên di civînê de li ser rewşa herêmê, Bakur û Başûrê Kurdistanê nîqaş dê bên kirin.
Di vê navberê de berî civînê Demîrtaş li Balafirgeha Hewlêrê ji bo rojnamegeran axivî û got ku li vir peyama hemû kurdan û tevgerên kurdan a ji bo dinyayê aştî ye. Demîrtaş got êw dê ligel Barzanî jî bicivin û wisa dom kir: "Em gelekî ne ku di bin zilmê de ne û tekane daxwaza me ew e em li ser axa xwe bi awayekî azad bijîn. Di vê çarçoveyê de divê hemû tevgerên siyasî yên kurd bi hiqûqa biratiyê ligel hev bin û peyama yekîtiyê bidin dinyayê. Dema vê peyamê bidin em bawerim em hemû dê jê hêzê bigirin. Di vê çarçoveyê de ligel birêz Barzanî hem li ser pêşketinên li herêmê, hem pêşketinên li dinyayê emê bi hev re di dan û standinê de bin; ligel partiyên din jî emê fikrên xwe bibêjin. Ez hêvî dikim ev serdana me dê bi xêr be. Li çar parçeyan hêvî û daxwaza kurdan a herî mezin ew e ku kurd bên ba hev, partî û serokên partiyên kurdan bên cem hev."
Demîrtaş diyar kir ku heta 24'ê mehê dê hevdîtinên xwe bidomîne û li ser pêşketinên li Bakur û Başûrê Kurdistanê nîqaş bikin û dê têkiliyê her du aliyan bigirin dest.
Di nav heyetê de ligel Demîrtaş, mebûsên HDP'ê Osman Baydemir, Besime Konca, Îmam Taşçier, Celal Dogan û her wiha Fatma Kurtulan û Nadir Yildirim hene.
Li bendê ne ku piştî Barzanî heyet li gel YNK û Goran jî rûne.