Diyarname
Li Amed, Stenbol û Wanê vê dawiya hefteyê gelek çalakiyên hunerî hene. Konser, lîstikên şanoyê, gotûbêj hin ji wan in. Me ji we ew neqandin.
AMED
Masiyê Biçûk
- Şanoya Bajêr a Amedê 20'ê mehê saet 12'yan de lîstika şanoyê ya ji bo zarokan "MasîreşkêBiçûk" pêşkêş dike.
Konserên LaWje
- Koma LaWje sê roj li dû hev li sê bajaran konserê dide. Lawje 18'ê mehê li Mêrdînê (Li Mardin AKM) derdikeve pêşberî temaşevanan. Paşê 19'ê mehê saet 19.30 de li Salona Konferansê ya "Ogretmen Evi" dê konserê pêşkêş bike. Paşê 20'ê mehê jî li Batmanê bin. (Salona Konferansê ya Baroya Êlihê)
STENBOL
Li Stenbolê jî gotûbêj, konser, lîstikên şanoyê û sohbet hene. Vane hin ji wan:
- Nivîskar Mehmet Dîcle 19'ê mehê saet 16'an de li Morî Cafeyê (Li Şîrînevler) li ser pirtûkên xwe dê biaxive.
- Li Şa Performansê (Li Beyogluyê) sê rojan de sê çalakî hene. 18'ê mehê saet 20'an de lîstika şanoyê "Ji Akademîye re Raporek" dê bê listin
19'ê mehê saet 18.30 de dê fîlmê derhêner Kazim Oz "Zer" bê nîşandayîn û piştî fîlm ligel Oz dê gotûbêjek li dar bikeve.
Û 20'ê mehê vê carê rojnameger Mirad Bayram saet 19'an de dê li Şa Performansê be û ewê li ser pirtûka xwe ya nû "Belkî îşev binive" biaxive.
- Hunermenda kurd Tara Mamedova roja 20'ê mehê saet 20.30 de li Cemiyet İstanbulê dê konserek bide.
WAN
- Li Wanê 19'ê mehê lîstikek nû ya şanoyê heye. Teatra Mencel lîstika "Zargotin Zêrgotîn e" saet 19'an de pêşkêş dike.