Diyarname
Ji bo Dora 2'yemîn a Kûpaya Tirkiyeyê îro pişke hat kişandin. Ji tîmên bajarên kurdan Amed Sporê bû reqîbê Nîgde spor.
Pişke îro navenda TFF'ê ya li Rîvaya Beykoza Stenbolê hat kişandin. Maçen vê dorê dê rojên 20,21 û 22'yê rezberê bêne lîstin. Di vê beşê de 98 tîm hene. Ji Lîga Super tenê 8 tîm, ji Lîga 1'em, 2'yem, 3'yem û tîmên karîne heta vê dorê bên ku ew 6 tîm in, ji BAL'ê (Lîga Amator a Herêman) tên.
Di nav van 98 tîman de hin tîmên bajarên kurdan hene ku ew jî bi ser ketin û heta vir hatin. Yek ji van Amed Spor e ku Nîgde spor bû reqîbê wê. Nîgde Spor di Lîga 2'yemîn de di Koma Sor de dilîze, Amed Spor di Lîga 2'yemîn di Koma Spî de dilîze. Yanê her du di asta hev de ne. Nîgde spor buhaya tîma wê mîlyarek û 585 mîlyon Euro ye. Teknîk Dîrektorê wê Eser Kardeşler e. Ew di sala 1990'î de hatiye avakirin.
Amed spor buhaya tîm 2 mîlyar û 800 mîlyon Euro ye. Teknîk Dîrektorê wê Harun Kiliç e. Amed spor jî di sala 1990'î de hatiye avakirin.
Vane maçên tîmên bajarên kurdan û reqîbên wan:
- Amed Spor - Nîgde spor
- BB Gaziantepspor - Duzcespor
- Cizre Spor - Aydınspor 1923
- Dersimspor Eskişehirspor
- Elazigspor - Sarayonu Bld.
- Elaziz Belediyespor - Tokatspor
- Samsunspor - Diyarbekirspor
- Trabzonspor - Serhat Ardahan
- Yeni Malatyaspor - Kurtalanspor
- Zonguldak Komurspor - Şanliurfaspor
- 24 Erzincanspor - Adanaspor
**
Nûçeyên eleqedar:
- Cizîrê bi ser Hekarî de gol barandin
- Maça Cîzre spor û Hakkarî spor îro ye
- Di kûpaya Tirkiyeyê de tîmên bajarên kurdan (Maçên 06.09.2016)