Diyarname
Komek akademîsyenên li Tirkiyeyê çend meh berê li ser aştiyê daxuyanî weşandibû û gotibûn "Em nabin şirîkê vî sûcî". Piştî vê daxuyaniyê der barê gelekan de lêpirsîn hate vekirin, hinek hatin girtin û hatin berdan, gelek ji wan ji kar hatin avêtin. Niha Weqfa Palm xelatê dide van akademîsyenan.
Weqfa Palm li bajarê Schondorf a Almanyayê du salan carek xelata "Johann-Philipp-Palm a Çapemenî û Azadiya Ramanê" dide. Weqfê îsal "Helwdana Akademîsyenan a ji bo Aştiyê" û nûçegîhanê radyoye yê Ines Lydie Gakiza layiqê vê xelatê dîtine.
Di 4'ê berfanbara 2016'an de bi merasimekê ev xelat bê dayîn.