Diyarname
Di Hevdîtina Xêlîl Îbrahîm de hunermend Sezen Akso derket ser dikê û bi kurdî stran got.
Li Rihayê di çarçoveya çalakiyên "Hevdîtina Xelîl Îbrahîm a Navneteweyî" de hunermend Sezen Aksu derket ser dikê û digel stranên xwe yên bi tirkî strana bi kurdî "Lê Dayê" jî stra. Li ser vê temaşevanan jî diruşma "Bijî Sezen" qîriya.
Çalakiyên ji bo hevdîtina sê olên semawî hatih li dar xistin ji aliyê Walîtiya Rihayê ve tê organîzekirin. Di vê çarçoveyê de konsera Aksu li Stada 11 Nisanê de li dar ket û bi eleqeyeke mezin re rû bi rû ma. Aksum bi strana xwe "Gulumse" dest bi konserê kir, dûre digel stranên bi tirkî, stranek bi kurdî û hîndî jî xwende. Konsera
Di konsera ku sê saet berdewam kir de Aksu got; "Bila Xwedayê mezin bereketa Xelîl Îbrahîm bide welatê me û hemû dinyayê."