Walîtiya Amedê li deriyê saziya xwe du afîş daliqandiye.
Di yekê de wisa dibêje, "Her kes xwedî azadiya vegotin û îfadekirina fikrên xwe ye" (Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê).
Di afîşê din de jî wisa dibêje: "Kes nikare li hemberî kesî cezaya îşkenceyê, yan jî şikandina rûmeta wî/ê pêk bîne." (Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê).
Belê li Ameda ku her îşkence lê bûye, li Ameda ku her pêşî li azadiya fikir û ramana mirovan hatiye girtin ev afîş hatine daliqandin, bi ser de jî Walîtiya Amedê ev daliqandine. Ev aliyeke balkêşiyê ye û hêviya me ew e ku Walîtî jî ji bo van xalên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê bîne cih bikeve nava hewldanan.
Aliyê din ê afîşan jî ev e: Di binê afîşê de gotine; "Ji bo pirsgirêkên xwe yên eleqedarê mafên mirovan li me bigerin." Û di binî de jî "Telefon" nivîsandine, lê nimreya ku kesek bixwaze lê bigere nîn e.
Me çi fêm kir?
Nizanim we tiştek jê fêm kir?
Nivîs: Diyarname
Foto: Bavê Botan