Diyarname
Li gor Serokê Odeya Firinkarên Stenbolê heta hefteyeke dê sedî 10 nan zem bibe lê gelek firinan nan zem kiriye jî.
Serokê Odeya Firinkarên Stenbolê Fahri Ozer duh da xuyakirin ku dê li Stenbolê sedî 10 zem li nan bê kirin û buhaya kîlogramê dê ji 2.5 YTL'yî derkeve 2.75 YTL'yî.
Bi vê yekê jî nanê 300 gramî ku ji 75 YKr tê firotin dê bibe 80 YKr. Lê hin firinkaran ji hefteya borî ve nan zem kiriye jî. Nanê 200 gramî ku heta niha bi 40 YKr dihat firotin ji hefteya borî ve li cihên wekî Kadikoy kirin 50 YKr jî.
Her wiha Ozer da zanîn ku divê ji bo firinkaran jî ruxsetê eynî wekî texsiyan bê derxistin. Dema wisa be dê kesên zane di firinan de bixebitin û bi vî awayî pêşî li îsrafa nan bê girtin.
Li Stenbolê rojê 18 mîlyon heb nan tê çêkirin û ji vê her roj 2 mîlyon heb israf dibe, tê avêtin.