ENQERE
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di civîna Endamên Meclisa HDP'ê de bal kişand ser endamên AKP'ê yên ji rastiya AKP'ê aciz in û wiha got: "Kesên di nava AKP'ê de ji vê rastiya Tirkiyeyê aciz in û rastiyê naynin ziman û ne axivin ew jî sûcdar û şirîkê vî sûcî ne."
Civîna Endamên Meclisa HDP'ê îro li Enqereyê li dar ket.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş, di civînê li ser rewşa dawî axivî.
Vaye ji axaftina Demîrtaş hin not:
- Di vê pêvajoya ku cenaze diçin hemû bajarên Tirkiyeyê de em li hev dicivin. Ger hûn bixwazin li cihekî lêkolîna mafên mirovan bikin divê berî her tiştî hûn li wî welatî mijara azadiya ramanê lêkolîn bikin. Hûn berî her tiştî dikarin bipirsin ka li vî welatî hurmeta mafên mirovan heye yan na. Ger li welatekî azadiya ramanê tune be, hemû mafên din jî azadiya wan tune û binpêkirin dê di her qadê de hebe. Ger azadiya ramanê tunebe, dê hemû binpêkirina mafan bê veşartin.
Ji dêvla dibistanan qereqol
- Ji ber akademîsyenan aştî xwest hatin darizandin û hatin girtin. Li Kurdistanê dibistan tên xerakirin û li şûna wan qereqolan ava dikin. Li hin zanîngehan rektor destûrê dide ku polîs 24 saetan bikeve zanîngehê, destûrê dide ku polîs li polê xwendekaran binçav bike. Dîsa rojnamegerên muxalif jî tên binçavkirin û girtin. Li dadgeha Çaglayanê parêzer rastî lêdanê hat û pişwa wê şikandin. Ger ku milê parastinê yê darazê tune be, mirov nikare behsa darazê bike.
- Êrîşê me kirin. Bi gazê mudaxale kirin. Çapemenî dûr xistin. Naxwazin dengê aştiyê belav bibe. Li Almanyayê qilîbek hat weşandin, lê Almanyayê bi lezgîn mudaxale kir. Ev hemû berhemên dîktatoriyê ne. Diktator ji fikr û ramanê ditirsin. Ji bo dîktatoran tarî ewle ye, ronî tirs e.
Kurdên li nav AKP'ê
- Di nava AKP'ê de kesên ji van polîtîka û pratîkên AKP'ê bêzar hene. Lê li hemberî van polîtîkayan bêdeng in. Em bang li wan dikin ku dengê xwe bilind bikin. Em dibêjin bêdengiya li hemberî rastiyê sûc e. Nebin şirîkê vî sûcî.
Mutehîtên TOKÎ
- Duh Davutoglu, li Sûrê qet behsa aştiyê nekir. Duh Davutoglu wekî şirîkê TOKÎ tevgeriya. Wekî mutahîdê TOKÎ ye. Her dem behsa xerakirin û hilweşînê dike. Karê mutehîdiyê ne karekî xerab e. Lê mirov nikare wekî Serokwezîrekî nezîk bibe.
Anîna ereban ji bo Sûrê
- AKP dixwaze welatiyên ereb ên Sûriyê li vir bi cih bike û dixwaze wekî xeta ereb a Bin Xetê li Ser Xetê jî ava bike. Dixwazin reng û rûyê bajar biguherin. Lê em destûrê bidin vê yekê.
- Li Weqfê zarok rastî destdirêjiyê tên. Bi sedan weqif dibin yek. Tecawizkarê zarokan diparêzin.
- Dixwazin HDP'ê li derveyî siyasetê bihêlin. Li Tirkiyeyê ger ku HDP di nava siyasetê de cih negire, wê demê ew Tirkiye têk diçe.
- Lijneya Wezîran jî bi vîna Davutoglu kom nabe. Vîna daketiya asta tunebûnê. Ne mimkûn e pêşniyara Zagona Bingehîn bike. Di hefteyên pêşiya me de serokwezîr bêçare dê bi paş ve gavan biavêje. Davutoglu ji min zêdetir dixwaze derkeve û ji bo Erdogan bibêje "Em te nakin serokdewlet" lê newêre.
Rexne li CHP'ê
- Tenê ji bo ku kurd mafan bi dest nexin CHP'ê bi helwesta dewletparêzî li cem AKP'ê cih girtiye. Min gelek caran bang kir, deng ji Kemal beg derneket. 200 kes hatin şewitandin, we tenê peyvek, rexneyek jî ji bo Cizîrê neanî ziman. Berevajî vê we got "Di têkoşîna li dijî terorê de ez çekê nenivîsandî didim hikumetê". Binêrin bi çekê ku we da wan çi kirin.
***
- Mirovê ku gelek kesî ji peyvên wî sûde wergirt: D. Îzolî
- ‘Kerî’ bi awayê nûkirî tê nîşandayîn
- Romeke nû ‘Stêrkek Xuricî Ferêt’ derket