Komek ji jîngehparêz û nêçîrvanên rojhilatê Kurdistanê di destpêka sala nû ya Newrozê de qefesên kewan şikandin û şewitandin ji bo ku di sala nû de lingê tu kewî nekeve van qefesan.
Nêrçîrvanên gundê Zerdoyî yên bajarê Pawe yê rojhilatê Kurdistanê bi desetpêkirina Newrozê û sala nû re bi merasimekî gelek qefesên kewan şewitandin û dest ji nêçîrê berdan.
Ev merasim ji aliyê xelkê herêmê ve rastî eleqeyek mezin hat. Niştecihên gund jî hemû kewên ku di qefesan de xwedî dikirin, berdan himbêza xwezayê.
Nêzî du salan e li rojhilatê Kurdistanê çalakiyên bi vî rengî ji aliyê rêxistinê jîngehparêz ve tên lidarxistin. Çalakiyên wekî nebûna nêçîrê, şikandina qefesan, azadkirina kewan, paqijkirina cihên giştî û çandina daran di van du salên dawî de wekî xebatek sereke ya saziyên jîngehparêz e. Ev çalakî rastî eleqeyek mezin tên û her sal jî zêdetir dibin.
Ji Rojnewsê hatiye girtin
***
REKLAM
- Ji Kurt Tarîhî 'Kurd û Kurdistan'


