Diyarname
Platforma jinan ku dixwest 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz bikin lê waliyê Stenbolê qedexe kir. Jinan roja 6'ê mehê li Kadikoy mîtîng çêbikira lê destûr nehat dayîn. Platformê got ligel her tiştî 6'ê mehê saet 12'yan de emê li Rihtima Kadikoy bin.
Walîtiyên Enqere û Rihayê jî berê çalakiyên ji bo Roja Jinan qedexe kiribûn û ji bo mîtîngan destûr nedabû.


